10:54 20 Tebax 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Leşkerên DYAyê bi awayekî ehmeqane û bê rihm Kerry bê bergirî dihêlin

    © Sputnik/ Yevgeniy Odinokov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova got leşkerên Amerîkayî yên ku dibêjin li ser berpirsyariya Rûsyayê ya di derbarê êrîşa li dijî konvoya NY ya ku alîkarî dibir Helebê de delîl destên me de tune ne, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry bê bergirî dihêlin.

    Navenda Nûçeyan — Zaxarov li ser hesabê xwe yê Facebookê gotinên Serfermandarê Amerîkayê Joe Dunford ên di derbarê êrîşa li dijî konvoya alîkarî ya mirovî de nirxand û got "hîna duh bû ku wezîr li salona Konseya Ewlehiyê ya NY hewl dida ku her kesî qanî bike ku êrîşa li dijî konvoya li Helebê karê Rûsyayê ye. Hîna di ser 24 saet derbas nebûye Pentagonê ji pişta wî de li wî xist."

    Zaxarova lê zêde kir û got "ha wisa bi awayekî ehmeqane û bêrihm Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bê bergirî dihêlin."

    Dunford ê ku li Kongreya Amerîkayê di derbarê êrîşa li dijî konvoya alîkariyê de daxuyanî dabûn, diyar kiribû ew nizanin kê bombe baerdane û anîbû ziman ku dîsa jî ji bûyerê Rûsya berpirsyar e.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: "Şova Kerry ya Sûriyeyê gelekî bi rebenî bû"
    Zaxarova: Ev ne cara yekem e ku Amerîka hemû cîhanê dixapîne
    Zaxarova ji bo nûnerê DYAyê: Ji bo ku hûn wateya gotina şermê fam bikin divê biçin Sûriyê
    Rûsya: Amerîka ji berpisryariya 'xeletî' ya dawiyê ditirse
    Etîketan:
    hîştin, bergirî, bêrihm, ehmeqane, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), Serfermandarê Amerîkayê, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, John Kerry, Mariya Zaxarova, Joe Dunford, Sûriye, Heleb, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de