12:25 19 Tebax 2017
Zindî
    Keştiya Amîral Kuznetsov

    Keştiya balafiran ya Rûsyayê, Amîral Amîral Kuznetsov wê biçe Behra Spî

    © AP Photo/ File
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Serfermandarê Hêzên Deryeyê ya Rûsyayê Îgor Kojîn, diyar kir ku keştiya balafiran ya Rûsyayê Amîral Kuznetsov wê biçe Behra Spî.

    Navenda nûçeyan — Kojîn di civîna çapemeniyê de derbarê keştiya balafiran ya Rûsyayê hin agahî da çapemeniyê.
    Kojîn diyar kir Amîral Kuznetsov  li gel balafir û firokeyên ku destura wan hatine dayîn wê biçe Behra spî.

    Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu jî duh bi beşdarvaniya gelek fermandarên payebilind civîneke çapemeniyê li dar xist û derbarê keştiya balafiran Amîral Kuznetsov ve hin agahî da.  
    Şoygu destnîşan kir ku û got bo ku derfetên leşkerî yên Rojhilatê Behra Spî bêne zêdekirin, wê Amîral Kuznetsov bişînin Behra Spî.
    Mezintirîn keştiya şer ya Rûsyayê Amiral Kuznetsov, dikare gelek balafir û firokeyan bar bike.


    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn, gihîşt 647a
    Rûsya derheqê êrişa hêzên koalîsyonê ya li hemberî Artêşa Sûriyayê de daxuyanî da
    Rûsya: Dibe gotinên Erdogan têkiliyan aloz bikin
    Swîsre: Bandora Rûsya û Amerîkayê ya li ser herêmê dewam dike
    Etîketan:
    parastin, mezintirîn keştî, keştiya şer, şer, keştiya balafiran, Sergey Şoygu, îgor kojîn, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de