02:05 24 Tebax 2017
Zindî
    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Zaxarova: "Şova Kerry ya Sûriyeyê gelekî bi rebenî bû"

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Berdevka Wezîra Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di daxuyaniya xwe de bersiv da Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry û ragihan ku şova Kerry ya li Neteweyên Yekbûyî ji bo Lavrov û Sûriyeyê pir bi rebenî bû.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry di axaftina xwe ya Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî de gotibû: "Dema Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo Sûriyeyê daxuyaniyê dide, ez carinan xwe wekî li gerdûneke paralel dibinim."

    Jixwe Kerry li xwe mikur hat

    Mariya Zaxarova di hevpeyvîna xwe ya televîzyona Rossiya 24ê de bersiva Kerry da û got: "Axaftina John Kerry di serî de çapemenî di nav de şoveke ku ji milyonan hatibû amadekirin bû. Lê şoveke pir xerab, bi rebenî û kêm bû. Jixwe Kerry jî li xwe ikur hat ku ew li gerdûneke paralel dijî."

    Îdîayên Kerry wekî pêkenokan e

    Pisporê siyasî yê rûsî Vîktor Murahovskiy jî li ser axaftina Kerry ji rojnameya Vzglyadê re axivî û got: "Îdîayên Kerry wekî pêkenokan e. Ez tu pisporekî ku zu bikaribe êrişa konvoya alîkariya însanî ya Neteweyên Yekbûyî ku balafirên Su-24 ên rûsî êriş kirine tespît bike û derxîne holê nabînim. Ev wekî henekan e."

    Bila Amerîka delîlan pêşkêş bike

    Yek ji berpirsê bilind ê teqawûtbûyî ji îstîxbarata Îsraîlê Yakov Kedmi jî sûcdariyên Amerîkayê bi ewle nedît. Kedit di axaftina xwe de got: "Amerîka beriya sûcdariyan divê delîlan pêşkêş bike, li Sûriyeyê hemû rewş bi peykan tê şopandin. Heke delîlek hebe pêşkêşkirina vê pir zahmet nîne."

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Ev ne cara yekem e ku Amerîka hemû cîhanê dixapîne
    Zaxarova ji bo nûnerê DYAyê: Ji bo ku hûn wateya gotina şermê fam bikin divê biçin Sûriyê
    Zaxarova: "Washîngton DAIŞê diparêze"
    Zaxarova: Diyaloga tirk û rûsan bi perspektifeke baş berdewam dike
    Zaxarova: "Êdî qahremanekî me heye, em ê wî jibîrnekin"
    Etîketan:
    Axaftina Kerry ya li Neteweyên Yekbûyî, Wezîrê Derve yê Amerikaye, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, John Kerry, Sergey Lavrov, Mariya Zaxarova, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de