07:39 21 Tebax 2017
Zindî
    Sergey Markov

    Markov: "Daxuyaniya Ûkrayna ya Kirimê li ser navê Erdogan provokasyon e"

    © Sputnik/ Vladimir Trefilov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Midûrê Enstîtûya Lêkolînên Siyasî yê Rûsyayê Sergey Markov ragihand ku daxuyaniya Ûkrayna ya ku li ser navê Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan da provokasyon e.

    Navenda Nûçeyan — Midûrê Enstîtûya Lêkolînên Siyasî yê Rûsyayê Sergey Markov daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ya ku gotibû ‘Enqere wê îlhaqa Kirimê nasneke' ji ajansa Spûtnîkê re nirxand û got: "Ofîsa Serokomariya Ûkranayê ev daxuyaniya Erdogan berovajî kir. Nabe Ûkrayna li ser navê Erdogan daxuyaniyan bide û ev provokasyon e."

    Sergey Markov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dezgehên ûkraynî ev mijar gelekî tevlî hev kirin. Ez bawer nakim ku Erdogan ev daxuyanî li hemberî dijberiya rûsî dabe. Me bi xwe jî li daxuyaniyê temaşe kir û em rastî tu daxuyaniyeke tûj a Enqereyê nehatin. Belê, dibe Erdogan li gorî protokolê daxuyaniyekê ji bo yekrêziya Ûkraynayê bide û piştgiriyê bide tatarên Kirimê. Ev tiştekî asayî ye, ji ber ku li Tirkiyeyê gelek tatarên Kirimê dijîn."

    Dixwazin gengeşiyê di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de derînin

    Markov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Erdogan girîngiyeke zêde dide têkiliyên bi Rûsyayê re. Wekî mînak, Erdogan dûhî ji bo hilbijartinên parlamentoyê li Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn geriya û ew pîroz kir. Em baş dizanin ku büroya ragihandin a Ûkraynayê ev mijar pir tevlî hev kir. Armanca wan a sereke dixwazin têkiliyên Tirkye û Rûsyayê têk bibin û gengeşiyê derînin."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn, gihîşt 647a
    Rûsya derheqê êrişa hêzên koalîsyonê ya li hemberî Artêşa Sûriyayê de daxuyanî da
    Rûsya: Dibe gotinên Erdogan têkiliyan aloz bikin
    Yardim: " Divê Rûsya û Tirkiye li Rojhilata Navîn hevkariyeke zêdetir bikin"
    Canikli: Her ku diçe Tirkiye û Rûsya hîn nêzîkê hevdu dibin
    Etîketan:
    Bûroya çapemenî ya Serokomariya Ûkraynayê, daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê ya Kirimê, Midûrê Enstîtûya Lêkolînên Siyasî yê Rûsyayê, Recep Tayyip Erdogan, Sergey Markov, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de