22:37 23 Tebax 2017
Zindî
    Sergey Ryabkov

    Rûsyayê bersiva Amerîka ya ‘herêma ji firînê re qedexekirî' da

    © Sputnik/ Valeriy Melnikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 52 0 0

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ragihand ku Amerîka dixwaze ne tenê Artêşa Sûriyeyê Hêza Hewayî ya Rûsyayê jî têxe xeleka qedekekirî.

    Navenda Nûçeyan — Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ragihand ku Amerîka dixwaze Artêşa Sûriyeyê firînan neke di heman demê de dixwaze Hêza Hewayî ya Rûsyayê jî têxe nava herêma ji firînê re qedexekirî.

    Sergey Ryabkov daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ku gotibû bila li Sûriyeyê herêmeke ji firînê re qedexekirî were avakirin nirxand û got: "Amerîka dixwaze ji xeyrî Hêza Hewayî ya Sûriyeyê hemû firînên hêzên hewayî li herêmê qedexe bike, tu şense vê pêşnîyarê ku bi cih were tuneye."

    Ryabkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev pêşnûmaya Amerîka û aktören din ku tenê baweriya wan çareserkirina pirsgirêkan ji bikaranîna hêz û zorê derbas dibe ye, lê ev pêşniyar li Sûriyeyê ne sepan e."

    Em saboteya peymana Sûriyeyê bi endîşe dişopînin

    Cîgirê wezîrê rûsî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rûsya hê jî bi peymana agirbestê ya ku bi Amerîkayê re ji bo Sûriyeyê pêk anî bû ve girêdayî ye. Li gorî me ev bûyerên dawî girîngiya peymanê derdixîne pêş. Lê mixabin hê jî gelek alî li hemberî sepana agirbestê derdikevin û ev peyman ji terefê hinek avahiyan ve tê sabotekirin."

     

     

     

    Agahî tên…

    Bi heman mijarî:

    Ryabkov: "Amerîka li şûna tekoşîna terorîzmê bike hemleyen jeopolîtîk dike"
    Daxuyaniyên Kerry a derbarê êrişa konvoya NYê de berevajiye
    Kerry: Em amadekariyan dikin ku bi Rûsyayê re li Sûriyê hevkariya leşkerî bikin
    Kerry: Em di derbarê cih û warên nû yê ji bo Cihûyan de bi fikar in
    Kerry: Agirbest tîzek e lê dewam dike
    Etîketan:
    Hêza Hewayî ya Rûsyayê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, John Kerry, Sergey Ryabkov, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de