11:06 17 Tebax 2017
Zindî
    Mi-8 helîkopter. (File)

    Li Moskovayê helîkoptera perwerdehiyê ket: 3 mirî

    © Sputnik/ Anton Vergun
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Hat diyar kirin ku li herêma Moskovayê helîkoptera Mi-8 a ayidê Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê ket û kesên di helîkopterê de bûn, jiyana xwe ji dest dan.

    Navenda Nûçeyan — Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de got "li navçeya Lyuberetski ya girêdayî herêma Moskovayê di dema firîna perwerdehiyê de helîkoptera Mi-8 a ayidê Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê ket."

    Wezaretê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew li cihê bûyerê gihîştine 3 terman û got "di helîkopterê de 3 kes hebûn. Hemûyan jî jiyana xwe ji dest dan." Tê gotin ku dibe ku helîkopter ji ber şert û mercên hewayê ketibe û hat dest nîşan kirin pisporên Xizmetên Rewşa Lezgîn xebatên xwe yên li cihê bûyerê didomînin.

    Bi heman mijarî:

    Li Norwêcê helîkopter ket
    Helîkopter ket: 10 mirî
    Li Rûsyayê helîkopter ket: 2 mirî û 2 birîndar
    Li Egeyê helîkopter ket: 3 pîlotan jiyanên xwe ji dest dan
    Helîkopter ket xwarê, 12 kes mirin
    Etîketan:
    firîn, ketin, mirî, helîkopter, perwerdehî, Wezareta Rewşa Lezgîn ya Rûsyayê, Ajansa TASSê, Lyuberestki, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de