14:41 23 Tebax 2017
Zindî
    Sûriye

    Rûsya: Hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn, gihîşt 647a

    © REUTERS/ Omar Sanadiki
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Navenda Çavdêriyê ya Agirbesta Rûsyayê ya li Sûriyeyê diyar kir ku li herêma Lazkiye û Hûmisê bi nûnerên 5 cih û warên din re peyman hat danîn û bi vî awayî hejmara cih û warên ku beşdarî pêvajoya agirbestê bûn, gihîşt 647a.

    Sûriye
    © AFP 2017/ Vasily Maximov
    Navenda Nûçeyan — Di daxuyaniya li ser malpera Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat ragihandin ku agirbest di nava 24 saetên dawiyê de 7 caran hat îhlal kirin û hat gotin "milîtanên Ceyş'ul Îslamê yên ku xwe wek muxalîf nîşan didin li herêma Şamê li dijî cih û warên Erbîl, Cabbar, Duma, Qabûl, Xarasta û Hauş El Farayê bi topên hawan û tifingan êrîş pêk anîn."

    Herwiha hat diyar kirin ku terorîstên El Nûsra û DAIŞê li herêmên Heleb, Şam û Hûmisê bi çekên giran êrîş bir ser cih û waran û sengerên artêşa Sûriyeyê.

    Navendê da zanîn kul i herêma Helebê ji bo kampa penaberan a Cibrinê zêdetirî 2 hezar ton tiştên xwarinê hat şandin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya derheqê êrişa hêzên koalîsyonê ya li hemberî Artêşa Sûriyayê de daxuyanî da
    Rûsya: Dibe gotinên Erdogan têkiliyan aloz bikin
    Rûsya dîmenên konvoya ku rastî êrişê hatibû parve kir
    Rûsya: Agirbest 45 caran hat îhlal kirin
    Rûsya: Agirbest 53 caran hat îhlal kirin
    Rûsya: Agirbest 2 caran hate binpêkirin
    Etîketan:
    beşdarî, herêm, hejmar, Navenda çavdêriya agirbestê ya Rûsyayê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Lazkiye, Şam, Heleb, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de