23:29 21 Gulan 2018
    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Ev ne cara yekem e ku Amerîka hemû cîhanê dixapîne

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova got riya çareserkirin a qeyrana li Sûriyeyê tenê ew e ku divê mixalefet û terorîst ji hevdu werin cuda kirin.

    Navenda Nûçeyan — Zaxarova ji bo televîzyona Rossiya 24ê axivî û diyar kir ku riya çareserkirin a qeyrana li Sûriyeyê tenê ew e ku divê mixalefet û terorîst ji hevdu werin cuda kirin.

    Zaxarova da zanîn ku çareserî hêsan e û got "reçete hêsan e. Li her derê hatiye nivîsandin û pejirandin. Hewce nake lê were gerin. Ev jî ew e ku divê mixalefet werin cuda kirin. Ev ew mixalefet e ku çekê bernadin û çalakiyên xwe yên çekdarî dewam dikin. Divê ev ji terorîstan werin cuda kirin."

    Zaxarova dest nîşan kir ku li Sûriyeyê cudakirina mixalefetê ji terorîstan gava yekem e ku berê pêvajoya siyasî tê û got "ger ku Amerîka israr dike ku ev ne terorîst in û mirovên dirust in, wan cuda bikin û zorê bidin wan ku bila bibêjin tu tiştekî me yê hevpar bi milîtanên El Nûsra û DAIŞê re tune ye."

    Zaxarova anî ziman ku axaftina Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry ya di civîna Lijneya Giştî ya NY de wek şoweke li ber kamerayan bi nav kir û got "Ev ne cara yekem e ku Amerîka hemû cîhanê dixapîne."

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova ji bo nûnerê DYAyê: Ji bo ku hûn wateya gotina şermê fam bikin divê biçin Sûriyê
    Rûsya derheqê êrişa hêzên koalîsyonê ya li hemberî Artêşa Sûriyayê de daxuyanî da
    Rûsya: Dibe gotinên Erdogan têkiliyan aloz bikin
    Lavrov: "Ne Rûsya û ne jî Sûriye êrişî konvoya NY nekiriye"
    Amerîkayê ji bo êrîşa li dijî karwanê alîkariya mirovî Rûsya sûcdar kir
    Etîketan:
    cara yekem, xapandin, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, John Kerry, Mariya Zaxarova, Sûriye, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de