20:32 26 Gulan 2018
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

Pûtîn: Nefta Messoyahaya Rojhilatwê ji bo geşedana kargehên herêmî xizmetê bike

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku çavkaniya neftê ya Messoyahaya Rojhilat a li bakurê welêt berhema xebateke mezin û got wê ji bo geşedana kargehên herêmî xizmetê bike û ji bo zêdekirina domdarî ya piyaseya enerjiyê ya global tevkariyê bike.

Navenda Nûçeyan — Pûtîn di rêûresma vekirin a çavkaniya neftê de axivî û got "ev vekirin encama xebateke mezin e. Ev xebat, 10 sal berê dema ku lêkolînên jeolojîk hatin kirin, destpê kiribû."

Pûtîn dest nîşan kir ku wê bi hezaran pispor di vê çavkaniya neftê de bixebitin û wê pêdivî bi teknolojiyên tevlihev û veberhênanên berfireh hebe û got "di projeyê de şîrketên girîng ên wekî Rosneft û Gazprom cih digirin."

Vladîmîr Pûtîn bibîrt xist ku peojeya xeta lûle ya Daîreya Qutbê ya Bakur-Purpe hatiye destpê kirin û got "neft wê bi riya vê xeta lûleyê û xeta lûle ya Sîbiryaya Rojhilat-Okyanûsa Pasîfikê bigihêje piyaseyên navxweyî û derve, wê ji bo geşedana kargehên herêmî xizmetê bike û wê ji bo zêdekirina domdarî ya piyaseya enerjiyê ya global tevkariyê bike."

Bi heman mijarî:

Pûtîn, febrîqeya Keleşkofê şibande mûzeya hûnerî
Hezkiriyên Pûtîn li Amerîkayê zêde dibin
Pûtîn: Encamên hilbijartinan, bertekek e ji fişarên li Rûsyayê tên kirin
Kremlin: Gel di hilbijartinên Dumayê de pêbaweriyeke mezin da Pûtîn
Nûnerê taybet ê Pûtîn: "Ataturk yek ji serokê cihanê bû"
Etîketan:
kargehên herêmî, geşedan, çavkaniya neftê, xizmet, Gazprom, Rosneft, Serokdewletê Rûsyayê, Vladîmîr Pûtin, Sîbîryaya Rojhilat, RÛSYA, Messoyaha Rojhilat
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de