04:47 19 Çile 2018
Zindî
    Petrol

    Rûsyayê di hilberîna neftê de rekoreke nû şikand

    © Sputnik/ Alexei Danichev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Wezîrê Enerjî yê Rûsyayê Kirill Molodtsov daxuyand ku hilberîna neftê ya Rûsyayê di meha Îlonê de derket asta rekorê.

    Navenda Nûçeyan — Molodtsov li bajarê Tumen ê Rûsyayê bersiva pirsên rojnamegeran da û got di 8ê Îlonê de rojane zêdetirî 11 milyon bermîlan neft hat hilberîn û ev asta jî di dîroka Rûsyayê de asta herî bilind e.

    Hilberîna neftê ya Rûsyayê bi taybetî di salên dawiyê de bi awayekî bi îstiqrar zêde dibe û hilberîna neftê ya sala borî li gorî sala par ji sedî 1.4 zêde bûbû.

    Li gorî daneyên lijneya îstatîstîkê ya fermî ya Rûsyayê (Rosstat) li Rûsyayê îsal di meha hezîranê de rojane 10 milyon û 136 hezar bermîl neft hatibû hilberîn.

    Bi heman mijarî:

    Hilberîna neftê ya Rûsyayê zêde bû
    Rêveberiya Iraqê tankêrên neftê yên Herêma Kurdistanê qedexe kirin
    Novak: Ji bo neftê dibe ku em bi Erebîstana Siûdî re hevdîtinê bikin
    Rûsya hinartina neftê ya ji bo Çînê ji sedî 42 zêde kir
    Rûsya di hilberîna neftê de Erebistana Siûdî derbas kir
    Etîketan:
    şikandin, rekor, hilberîna neftê, Saziya Istatîstîk a fermî ya Rûsyayê Rosstatê, Cîgirê Wezîrê Enerjî yê Rûsyayê, Kirill Molodtsov, Tumen, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de