23:31 22 Nîsan 2018
    Rusya Sağlık Bakanı Veronika Skvortsova

    Wezîra Tenduristiyê ya Rûsyayê di balafira New Yorkê de jiyana jinekê rizgar kir

    © RT .
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîra Tenduristiyê ya Rûsyayê Veronika Skvortsova di balafireke ku ji Moskovayê diçû bajarê New Yorkê de midaxeleyê jineke ku nerehet bû kir û jiyana wê jinê rizgar kir.

    Navenda Nûçeyan — Balafireke ku ji Balafirxaneya Şeremetyevo ya li Moskovayê berbê New York bi rê ket, piştî ku bi hewa ket çend deqe şûnde ji ber nerehetbûna rêwiyeke jin bi awayekî lezgîn daket St. Petersburgê.

    Hat diyar kirin k udi heman balafirê de Wezîra Tenduristiyê ya Rûsyayê Veronika Skvortsova jî hebû û wê pêşiyê midaxeleyê jina nexweş kir û jiyana xwe xelas kir. Hat zanîn ku jina nexweş bi nişka ve nerehet bû û ji ser hişê ve çû û piştî wê Skvortsova midaxeleyê wê kir û bi qasî nîv saetê bi jina nexweş re eleqeder bû.

    Wezîra Rûsî Skvortsova jî dest nîşan kir ku ew tu caran amûrên xwe yên tenduristiyê ji xwe naqetîne û got "rewşeke wisa dibe k udi balafir û tirênan de biqewime. Di dema daketin û rabûnê dibe tiştên wisa û ev bi pergala tamaran re têkildar e."

    Hat hîn bûn ku jina nexweş di dema daketin a balafirê de bi ser hişê xwe ve hat.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya derheqê êrişa hêzên koalîsyonê ya li hemberî Artêşa Sûriyayê de daxuyanî da
    Rûsya: Dibe gotinên Erdogan têkiliyan aloz bikin
    Lavrov: "Ne Rûsya û ne jî Sûriye êrişî konvoya NY nekiriye"
    Amerîkayê ji bo êrîşa li dijî karwanê alîkariya mirovî Rûsya sûcdar kir
    Rûsya: Agirbest 45 caran hat îhlal kirin
    Swîsre: Bandora Rûsya û Amerîkayê ya li ser herêmê dewam dike
    Etîketan:
    nexweş, midaxele, Wezîra Tenduristî ya Rûsyayê, Veronika Skvortsova, St. Petersburg, Moskova, Rûsya, New York
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de