01:07 23 Çile 2018
Zindî
    Keştiya balafiran a Amiral Kuznetsov

    Şoygu: Em ê keştiya balafirê ya Amiral Kuznetsovê bişînin Rojhilatê Behra Spî

    © Sputnik/ Alexei Danichev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu diyar kir ku wê keştiya balafirê ya rûs a bi navê Amiral Kuznetsovê bişînin Behra Spî.

    Moskova — Li Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê bi beşdariya fermandarên payebilind civînek hate lidar xistin. Wezîrê Berevaniyê Sergey Şoygu di vê civînê de bibîr xist ku li Behra Spî niha herî kêm 6 keştiyên şer û 3-4 keştiyên peydakirinê henin û aşkere kir kuji bo zêdekirina derfetên leşkerî wê keştiya balafirê ya bi navê Amiral Kuznetsovê bişînin herêmê.

    YEKANE KEŞTIYA BALAFIRÊ YA ARTÊŞA RÛS E

    Amiral Kuznetsov yekane keştiya balafirê ya fîloya Rûsyayê ye û dikare gelek balafirên şer û helîkopteran bar bike. Herwiha keştiya şer a herî mezin a Rûsyayê ye.

    Rayedarekî ji Wezareta Berevaniya Rûsyayê beriya niha ji Sputnikê re daxuyandibû ku keştî, di dawiya meha îlonê de ji bo karibe derkeve operasyona demdirêj wê amade bibe.

    Di vê navberê de Şoygu, destnîşan kir ku sîstemên moşekan ên ji hêla şîrketên berevanî yên Rûsyayê, wê kapasîteya şer a Hêzên Çekdarî yên Rûsyayê di navbera 2 û 4 qatan de zêdetir bikin.

    Bi heman mijarî:

    Şoygu: "Çekên rûsî başbûna xwe îspat kirin"
    Şoygu: Di navbera Rûsya û Misirê de hecma bazirganî ya çekan zêde dibe
    Şoygu: ‘Rûsya û Amerîka gelek nêzîn li Helebê operasyonek hevkar pêk bînin'
    Şoygu: Baregeha Hmeymîmê ji bo têkoşîna bi terorîstan re pêwîst e
    Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Şoygu li Qazakîstanê ye
    Etîketan:
    keştiya şer, fîlo Rûsyayê, şîrketên berevaniyê, sîstemên moşekan, Keştiya Amiral Kuznetsov, Hêzên Çekdarî yên Rûsyayê, Sputnik, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, Sergey Şoygu, Rûsya, Rojhilatê Behra Spî, Moskova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de