16:26 27 Gulan 2018
Sergey Lavrov

Rûsya derheqê êrişa hêzên koalîsyonê ya li hemberî Artêşa Sûriyayê de daxuyanî da

© REUTERS / Lucas Jackson
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derveyê ya Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku êrişa hêzên koalîsyonê, hêza sereka Amerîkaye, ya li hemberî Artêşa Sûriyayê pêk anît, binpê kirina agirbestê ya herî cidî bû.

New York — Lavrov di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de axivî û destnîşan kir ku êrişa hêzên koalîsyona navneteweyî ya li Dêra Zorê hemberî leşkerên sûrî, îxlala herî cidî ya agirbestê bû. Lewre rêxistina DAIŞê piştî vê bombardûmanê êrişî yekîneyên artêşa Sûriyayê kir.

‘DIVÊ ENDAMÊ KOMA ALÎKARIYA SÛRIYAYÊ YA NAVNETEWEYÎ MÎSOGERIYÊ BIDIN'

Herwiha Lavrov eşkere kir ku îxtîmala berdewamiya agirbestê ya li Sûriyayê heye, lê divê Endamên Koma Alîkariya Sûriyayê ya Navneteweyî ku li ser komên bibandorên şertên agirbestê qebul bikin û mîsogeriyê bidin. Wezîr, diyar kir ku tenê agirbest dive şertê de dewam bike.

John Kerry
© REUTERS / NTB Scanpix/Lise Aaserud

‘RÊXISTINÊN AHRA ÛŞ ŞAM Û CEYŞ UL ÎSLAM BILA HILDIN LÎSTEYA TERORÎ'

Wezîrê Karên Derveyê ya Rûsyayê da zanîn ku amadene şertên peymanêna agirbestê ku bi Amerîkayê re li hev kirine ji rayagiştî re eşkere bikin. Lavrov ragihand ku pêşaniya peymanê ev bû, komên terorîst ji muxalîfan bên cihêkirin. Herwiha rêxistinên Ahrar uş Şam û Ceyş ul Îslam dive hildin lîsteya rêxistinên terorîst.

Bi heman mijarî:

Lavrov: "Ne Rûsya û ne jî Sûriye êrişî konvoya NY nekiriye"
Lavrov: Girîng e ku Amerîka berpirsyariyên xwe yên li Sûriyeyê bi cih bîne
Lavrov: Em di derbarê Qibrisê de girêdayî sekna xwe ne
Rê ji bo Obama hatin girtin lê Lavrov bi meşê çû NYyê
Moskova: "Ji bo serdana Lavrov ya Enqereyê em hevdîtinan pêk tînin"
Etîketan:
Sergey Lavrov, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de