17:07 22 Çile 2018
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Rûsya: Dibe gotinên Erdogan têkiliyan aloz bikin

    © Foto: AA/ Ahmet İzgi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rûsyayê bertek nîşanî gotinên Erdogan da ku gotibû, “ew ê biservekirina Kirimê nenasin”. Alîkarê serokê komîteya parastiyê ya Konseya Federasyonê ya Parlementoya Rûsyayê Frants Kilintseviç got ku ew bawer dike, ji ber protokolê ev gotin hatine kirin lê dîsa jî dibe têkiliyan aloz bike.

    Navenda Nûçeyan - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di civîna Lijenya Giştî ya NYyê de bi serokê dewleta Ûkraynayê Pyotr Poroşenko re civiya. Li gorî Serokatiya Ûkraynayê, Erdogan di vê hevdîtinê de gotiye, li gel jinûvebaşkirina têkiliyên bi Rûsyayê re jî, ew ê "biservekirina Kirimê bi Rûsyayê ve " nenase û helwesta xwe ya şermezarker a" binpêkirina mafên teterên Kirimê" neguherîne.

    "ERDOGAN DIZANE KU BÊTIR BI PÊŞ DE BIÇE, DÊ ÇI TÊXE XETERÊ"

    Piştî vê daxuyaniya Erdogan, Rûsya di cih de bertek nîşan da. Alîkarê serokê komîteya parastiyê ya Konseya Federasyonê ya Parlementoya Rûsyayê Frants Kilintseviç got: "Ez bawer dikim ku Erdogan ew gotinên ku piştgiriya Ûkraynayê dikin, ji ber protokolê gotine û dê zêdetir bi pêş de neçe. Nexasim tiştekî wiha bibe, baş dizane ku têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê yên nû baş dibin dê têkevin xeterê."

    "SEROKKOMARÊ TIRKIYEYÊ WEK PIYONEKÎ DIXUYÊ KU HEWL DIDE BI ÇEND KESAN RE BILÎZE"

    Kilintseviç wiha dewam kir: "Lê gotin her dem ne dengekî navvala ye. Bi vî awayî careke din diyar bû ku sînorên têkiliyên me bi Tirkiyeyê re hene û bi hinek mercan ve girêdayî ne. Serokkomarê Tirkiyeyê dîtineke wiha nîşan dide ku piyon e û di heman demê de hewl dide bi gelek aliyan re bilîze. Ez bawer dikim ku Wezareta Derve ya Rûsyayê ev dîtiye û tiştên pêwîst jî hesibandine."

    Bi heman mijarî:

    Yardim: " Divê Rûsya û Tirkiye li Rojhilata Navîn hevkariyeke zêdetir bikin"
    Canikli: Her ku diçe Tirkiye û Rûsya hîn nêzîkê hevdu dibin
    ‘Di pirsgirêka kurd a Sûriyê de Tirkiye, Îran û Rûsya wek hev difikirin'
    Amerîka: Biryar biryara Tirkiye û Rûsya ye
    'Dibe Rûsya, Îran û Tirkiye ji bo Sûriyeyê bicivin'
    Formata sêalî ya Rûsya, Tirkiye û Azerbeycanê wê aramiyê bîne
    Balyozê Tirkiyeyê: Rûsya û Tirkiye di pirsa kurd de ne wek hev difikirin
    Etîketan:
    têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Lijenya Giştî ya NYy, Recep Tayyip Erdoğan, Frants Kilintseviç, Ûkrayna, Kirim, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de