20:19 27 Gulan 2018
Natalya Poklonskaya

Serdozgera Kirimê Poklonskaya jî bû parlamenter

© Sputnik/ GEORGİY ZİMAREV
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serdozgera Kirimê Natalya Poklonskaya jî ji Partiya Rûsyaya Yekbûyî ku Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev serokatiya wê dike bû parlamenter.

Navenda Nûçeyan — Serdozgera Kirimê Natalya Poklonskaya jî ji Partiya Rûsyaya Yekbûyî (PRY) ku Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev serokatiya wê dike bû parlamenter û mafê ketina Dumayê bi dest xist. PRYê di hilbijartina roja yekşemê de yekemÎn derketibû û 345 kursî qezenç kiribû.

Natalya Poklonskaya ji bo hilbijartina xwe ya parlamenteri ji rojnameya Komsomolskayayê re axivî û ragihand ku ez dixwazim li Dumayê di nava komîteya rêvebiriya hevkariya Civaka Dewletên Serbixwe (BDT) de cih bigirim. Komîsyona hevkarî ya BDTê gelekî bala min dikşîne. Helbet saziyên hiqûqî bêtir nêzîkî min in, lewra ev tam 16 sal çêbûn ku ez di saziyên dozgerî de dixebitim."

Aksenov jî bû parlamenter

Di vê navberê de Serokwezîrê Kirimê Sergey Aksenov jî yek ji kesê ku ji Partiya Rûsyaya Yekbûyî bû parlamenter û kete Dumaya Rûsyayê.

Bi heman mijarî:

Natalya Poklonskaya bi îmaja xwe ya nû derket pêşberî qamereyan
Klîba Natalya Poklonskaya ya ‘Roja Serkeftinê' kete weşanê
Rûsya: ‘Kirim ne mijara nîqaşê ye'
Mariani: Divê dewletên rojavayî êdî qebûl bikin ku Kirim beşeke Rûsyayê ye
Bi hatina havînê Kirim bi kulîlkan xemilî
Etîketan:
Civaka Dewletên Serbixwe (BDT), Sergey Aksenov, Partiya Rûsyaya Yekbûyî (PRY), Serdozgera Kirimê bû parlamenter, Natalya Poklonskaya, Kirim, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de