14:50 24 Çile 2018
Zindî
    DAIŞ

    "Bajarê ajanê FSBê yê DAIŞê ew rehîn girtiye, li ser nexşeyê tine"

    © AP Photo/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endameke weşanê ya DAIŞê vîdeoyeke belav kir û îdia kir ku ew kesê di vîdeoeyê ajanekî Ewlekariya Federal a Rûsyayê (FSB ) ye û bangî rayedarên rûs kir ku wî rizgar bikin. Lê karmendekî berê yê FSBê dibêje, gelek tişt di vîdeoeyê de hene ku diyar dikin, vîdeo çêkirî ye.

    Navenda Nûçeyan - Kesê di vîdeoeyê de xwe wek Yevgenî Peternko dide nasîn û îdia dike ku ew endamekî FSBê yê ne kador ye û ji aliyê DAIŞê ve wek rehîn hatiye giritn.

    "XEBATKARÊN NE KADRO, NAYÊN ŞANDIN BO HERÊMÊN XETER"

    Lê xebatkarekî berê yê tîma Alfayê yê FSBê Sergey Gonçarov ji Spûtînkê re teqez kir ku gava wî kesî got, "navê min Peternko ye", ji xwe diyar bû ku vîdeo hûnandî û çêkirî ye û wiha dewam dewam kir: " Tiştekî wiha çênabe. FSB xebatkarên xwe yên ne kador naşîne cihên xeter".

    "BAJAREKÎ BI NAVÊ TSATRÎSIN LI NÊZÎKÎ MOSKOVA Û RÛSYAYÊ TINE"

    Gonçarov teqez kir ku ji ber van sedeman diyar e ku ew vîdeo wek amûreke dezenformasyonê ji bin destên DAIŞê derketiye. Xebatkarê berê yê rûs got ku sedemek din heye ku diyar dike, ev vîdeo ne rast e û wê sedemê jî wiha destnîşan dike: "Ew kesê xwe wek Peternko dide nasîn dibêje ez ji bajarekî bi navê Tsatrîsin e lê ne li nêzîkî Moskovayê û ne jî li deverên din ên Rûsyayê bajarekî bi vî navî tine."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘DAIŞ amadehiyan dike ku êrişî Qamişloyê bike’
    DAIŞ, li Rûsya û Ewropayê plana êrişên terorî dike
    Rûsya: ‘Dibe DAIŞ li Tirkiyeyê welatiyên rûsî dîl bigre'
    Rûsya: ‘Îhtîmaleke mezin DAIŞ çekên kîmyewî bi kar tîne
    Rûsya: Em ê delîlên nû yên têkiliya DAIŞ û Erdogan pêşkêş bikin
    Rûsya dan û standina aboriya DAIŞ û Tirkiyeyê eşkere dike
    Etîketan:
    rehîn, ajan, FSB, DAIŞ, Yevgenî Peternko, Sergey Gonçarov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de