18:15 17 Çile 2018
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn, febrîqeya Keleşkofê şibande mûzeya hûnerî

    © Sputnik/ Sergey Mamontov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li bajarê Ijevsktê serdana febriqeya Keleşkofê ku çekan hildiberîne kir.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî ku li bajarê Ijevsktê bi berpirsên ewlehî re civînek li dar xist serdana febrîqeya Keleşkofê û atolyeyên hilberîner kir. Pûtîn di serdana xwe ya febrîqeyê de tesîsên wê şibandin mûzeya hûnerî û got: "Hêvî dikim yên navê jî wekî dîtina xwe ya derve bin."

    Ew bawer nake ku pir cidî ye

    Serokê Rûsyayê di febrîqeyêde bi karmendan re hat cem û ji wan re got: "Hêvî dikim ku hûn ji xebata xwe ya vir kêfxweş bin. Şirketa we dê bi pêş bikeve. Divê hûn bi deruniyeke baş werin kar û dîsa bi deruniyeke baş vegerin malên xwe."Pûtîn paşî karmendekî pir cidî ferq kir û bi henekî jê pirs kir "tu çima hewqas cidî ye. j imin re jî dibêjin tu pir cidî yei lê ez bawer nakim."

    Tiştê herî girîng hezkirina malbat û derdorê ye

    Putîn di serdana febrîqeyê de rastî pirseke kevneşopiyên malbatê ya karkerekî hat û bersivand: "Divê hûn ji xizm û derdora xwe hez bikin. Tiştek ji vê girîngtir tuneye. Hêvî dikim malabata we jî wiha be."

    Bi heman mijarî:

    Hezkiriyên Pûtîn li Amerîkayê zêde dibin
    Pûtîn: Encamên hilbijartinan, bertekek e ji fişarên li Rûsyayê tên kirin
    Kremlin: Gel di hilbijartinên Dumayê de pêbaweriyeke mezin da Pûtîn
    Nûnerê taybet ê Pûtîn: "Ataturk yek ji serokê cihanê bû"
    Pûtîn: Ma hûn nizanin ku min deng daye kê?
    Etîketan:
    Pûtîn serdana febrîqeya Keleşkofê kir, Serokê Dewleta Rûsyayê, Valdimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de