15:04 25 Hezîran 2018
Ji Rûsyayê bo Sûriyeyê alîkariya însanî

Moskova: "Rûsya û Sûriye êrişî tu konvoyên NY nekirine"

© Sputnik / Ilya Pitalev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ne balafirên şer ên Rûsya û ne jî yên Sûriyeyê êrişî konvoya Neteweyên Yekbûyî nekirine.

Moskova — Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ne balafirên şer ên Rûsya û ne jî yên Sûriyeyê êrişî konvoya alîkariya însanî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî nekirine.

Konvoya ku alîkariya însanî dibir herêma Urum El Kubra ya bajarê Helebê rastî êrişê hatibû. Di êrişa hewayî ya konvoyê de herî kêm 20 sivîl hatin kuştin û konvoya ku 31 wesayîtî pek dihat 18 jê bi temamî hatin rûxandin.

Hetanî teslîmbûnê me konvoy şopand

Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov bersiva îdîayên ku Hêza Hewayî ya Rûsyayê êrişî konvoya alîkariya însanî kiriye da û got: "Ne balafirên şer ên Rûsyayê û ne jî yên Sûriyeyê êrişî konvoya alîkariya însanî ya Neteweyên Yekbûyî li başûrê rojavayê Helebê nekirine. Rêgaha konvoyê di herêma mûxalifan de derbas dibe û navenda çavder a rûsî bi saya Navgînên Hewayî yên Bêmirov derbasbûna konvoyê şopand."

Tenê milîtanan cihê konvoyê dizanî bûn

Îgor Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî ku konvoya alîkariya însanî saet 13.40î hat teslîm kirin me dev ji şopandinê berda.Tevgera piştî teslîmkirina alîkariya însanî nehat şopandin. Derheqê cihê konvoyê de tenê milîtanên mûxalif xwediyê agahiyê bûn û wan dizanî ku konvoy di kur ve diçe."

 

Bi heman mijarî:

Ji Rûsyayê bo Sûriyeyê 26 ton alîkariya însanî
Ji Rûsyayê bo Sûriyeyê tonek û nîv alîkariya însanî
Rûsyayê 4 ton alîkariya însanî gihande Sûriyeyê
Rûsyayê 4 ton alîkariya însanî gihand Hûmisê
Ji Moskova û Şamê bo Hemayê alîkariya însanî
Etîketan:
Konvoya alîkariya însanî ya Neteweyên Yekbûyî, Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê, Îgor Konaşenkov, Sûriye, Heleb
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de