14:06 11 Kanûn 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Kremlin: Leşkerên Rûsyayê, êrîşa konvoya alîkariyê vedikolin

    © Foto: Host photo agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov ragihand ku leşkerên Rûsyayê êrîşa li konvoya alîkariyê hatiye kirin vedikolin.

    Moskova — Peskov li ser wan gotinên dibêjin, "Rûsyayê êrîşî konvoya alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî kiriye axivî û wiha got: "Ew tenê îdia ne".

    Berdevkê Kremlinê axiftina xwe wiha dewam kir: "Bi tiştên nepiştrastkirî ne pêkan e ku mirov bigihêje encamên rast û ji xwe ne tiştekî rast e jî. Leşkerên me niha agahiya gulebarandinê vedikolin. Wiha hêvî dikim ku ew ji çavkaniyên nêzîk agahiyan bi dest bixin û di demeke nêz de daxuyaniyê bidin".

    "ARTÊŞA SÛRIYEYÊ NEÇAR MA, BERSİVA ÊRÎŞAN BIDE"

    Herwiha Peskov teqez kir ku rewş li Sûriyeyê gelekî aloz e û ev tişt Rûsyayê gelekî nîgeran dike.

    Berdevkê rûs bi bîr anî ku Cebhet Fetih El-Şam(Berî ku ji El-Qaîdeyê veqete, navê wê El-Nusra bû) şevê din êrîşî gelek deveran kiriye û wiha dewam kir: "Artêşa Sûriyeyê ya ku seranserî hefteyê dilsozê agirbestê ma, neçar ma ku bersiva van êrîşan bide."

    "HÎN GELEK DEM PÊWÎST E"

    Berdevkê Kremlinê li ser pirsyara bê gelo ev tê wê wateyê ku rêkeftina agirbestê têk çûye yan na, wiha got: "Hinek bendên rêkeftinê hene ku hevkarên me yên amerîkî naxwazin ji raya giştî re werin eşkerekirin. Ez tenê dikarim vê bibêjim: Mixabin hevkarên me yên amerîkî nekarî dijberên nerme û terorîstan ji hev cuda bikin".

    "HELBET DÊ BAŞ BÛYA KU HEVPÎŞEYÊN AMERÎKÎ BI ŞAŞÎ LI ARTÊŞA SÛRIYEYÊ NEXISTA"

    Peskov diyar kir ku ihtimala nûkirina agirbestê "qels" e û wiha got: "Rêbaz gelekî hêsan e; tu yê dest ji guleberdanê berdî. Divê terorîst bes êrîşî Artêşa Sûriyeyê bikin. Helbet, dê baştir bûya ku hevpîşeyên me yên amerîkî êrîşî Artêşa Sûriyeyê nekira."

     

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Sûriyayê alîkariya mirovî ya Tirkiyeyê ji bo Helebê qebul nekir
    Ermenîstan: Em piştgiriya hewldanên Rûsyayê ya ji bo alîkariya mirovî ya li Sûriyayê dikin
    Rûsya 36 ton alîkariya mirovî şand Sûriyayê
    NYyê piştî 9 mehan alîkariya mirovî ji Şêx Meqsûdê re şand
    Rûsya ji bo welatiyên rûsî ku li Sûriyayê ne alîkariya mirovî şand
    Sûriya: Ji bo alîkariya mirovî bigihije hemû kesan çi pêwîste em dikin
    Etîketan:
    vekolîn, êrîş, Neteweyên Yerkbûyî, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de