09:47 24 Îlon 2017
Zindî
    Sûriye

    Rûsya: Mixalîfên li Sûriyeyê agirbestê ji bo bihêzbûnê bikar tînin

    © AP Photo/ Alexander Kots/Komsomolskaya Pravda via AP
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Serokê navenda çavdêriya agirbestê ya Rûsyayê ya li Sûriyeyê Korgeneral Vladîmîr Savçenko got ‘miaxlîfên nerme' Peymana agirbestê ji bo bihêzbûnê bi kar tîne.

    Navenda Nûçeyan — Savçenko ji bo rojnamegeran axivî û got "geşedana bûyerên li Sûriyeyê dide nîşan ku ‘mixalîfên nerme' pêvajoya agirbestê ji bo xwe bihêzkirinê û ji bo ku xwe li Heleb, Hama û Humisê nû bikin, bikar tînin."

    ‘AGIRBEST 39 CARAN HAT ÎHLAL KIRIN'

    Savçenko diyar kir ku agirbest di 24 saetên dawiyê de 39 caran hat îhlal kirin û anî ziman ku "ji wan îhlalan jê 19 li Helebê, 8 li Lazkiyeyê, 6 li Şamê, 5 li Hamayê û 1 jî li Hûmisê pêk hat."

    Savçenko got rewşa li Helebê hîn zêde xerab e, komên terorîst faaliyetên xwe zêde dikin û li beramberî peymanê jî komên mixalîf çekên xwe yên li ser Riya Kastilloyê şûnde nekişandine.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Ji bo agirbesta li Sûriyê em bandora xwe bikar tînin
    Rûsya ji bo tevlêbûna PYDê ya Cenêvê bi israr e
    Rûsya: Nabe ku em ji bo agirbesta li Donbassê sozê bidin
    Rûsya: Em ji bo piştgiriya WADAyê amade ne
    Rûsya û Amerîkayê biryar dan ku agirbestê 48 saetan dirêj bikin
    Rûsya: "Artêşa Sûriye û mûxalif wê ji rêya Kastîloyê vekişin"
    Etîketan:
    bihêzbûn, komên mixalîf, bikaranîn, agirbest, Serokê Navenda Çavdêriya Agirbestê ya Rûsyayê, Vladimîr Savçenko, Lazkiye, Hûmis, Hama, Sûriye, Heleb, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de