03:14 23 Îlon 2017
Zindî
    lavrov-kerry

    Lavrov daxwaza xwe ya ji bo eşkerekirina naverok a peymanê dubare kir

    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov careke din bi riya telefonê li hempîşeyê xwe yê Amerîkayî John Kerry geriya û jê re dubare kir ku naveroka peymana agirbestê ji cîhanê re were ragihandin.

    Navenda Nûçeyan — Sergey Lavrov piştî du rojan dîsa bi riya telefonê li Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry geriya û jê daxwaz kir ku naveroka peymana agirbestê ya ku di 12ê Îlonê de ket meriyetê û bi dehan caran hate îhlla kirin, ji bo cîhanê were îfşa kirin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Lavrov ji bo hempîşeyê xwe Kerry dubare kir ku bila naveroka peymana agirbestê ya di 9ê Îlonê de hat îmzekirin û herwiha pejirandina Konseya Ewlehiyê ya NY ya ji bo vê pakêtê ji cîhanê re eşkere bikin.

    Ji aliyê din ve hat diyar kirin ku Lavrov dîsa ji Kerry xwestiye ku bila Amerîka mixalîfên nerme û rêxistinên terorîstan ji hevdu cuda bikin û li gorî wê yekê helwesta xwe diyar bikin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Ji bo agirbesta li Sûriyê em bandora xwe bikar tînin
    Rûsya ji bo tevlêbûna PYDê ya Cenêvê bi israr e
    Rûsya: Nabe ku em ji bo agirbesta li Donbassê sozê bidin
    Rûsya: Em ji bo piştgiriya WADAyê amade ne
    Rûsya û Amerîkayê biryar dan ku agirbestê 48 saetan dirêj bikin
    Rûsya: "Artêşa Sûriye û mûxalif wê ji rêya Kastîloyê vekişin"
    Etîketan:
    eşkerekirin, naverok, peymana agirbestê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, John Kerry, Sergey Lavrov, Sûriye, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de