04:18 24 Îlon 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Rûsya: Ji bo agirbesta li Sûriyê em bandora xwe bikar tînin

    © Foto: Host photo agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got ku agirbesta li Sûriyê digel hin kêmasiyan berdewam dike.

    Moskov — Peskov bersiva rojnamegeran da û derbarê sûcdariyên muxalefeta Sûriyê ku dibêjen Şam agirbestê binpê dike got: "Kremlîn tenê li ser sûcdariyên aliyekê nasekine. Em dizanin ku aliyên Sûriyê hevdû sûçdar dikin. Lewma Rûsya, ji bo pêkanîna peymana agirbestê bandora xwe bikar tîne. Em li bendene ku DYA jî heman tiştî bike."

    ‘EM LI BENDENE KU ROJAVA POROŞENKO QANI BIKE'

    Peskov diyar kir ku ew li bendene DYA û YE di mijara pêkanîna peymana Mînskê de Serokdewletê Ukraynayê Pyotr Poroşenko qani bike.

    Peskov bangewaziyên Poroşenko yên ji bo mueyideyên li ser Rûsyayê zêdetir bikin li Rojavayê dike şîrove kir û got: "Ev ne tiştekî nû ye. Poroşekno ev cûre bangewazî êdî birêkûpêk dike."

    ‘WÊ LI BALYOZXANEYA UKRAYNAYÊ YA RÛSYAYÊ SENDOQ BÊN DAYIN, KÎEV NIKARE BIBE ASTENG'

    Peskov desnîşan kir ku dîplomatên rûsî yên li Balyozxaneya Ukraynayê yên Rûsyayê karibin li balyozxaneyê dengên xwe bidin. Peskov herwiha got ku rêvebiriya Kîevê wê nikaribe bikaranîna dengên dîplomatên rûsî asteng bike.

    Peskov aşkere kir ku wê di navbera 21 û 22 Îlonê de Alîkarê Serokwezîrê Almanyayê û Wezîrê Aboriyê Sigmar Gabriel serdana Moskovayê bike û Pûtîn jî wê hevdîtinekê pê re bike. Herwiha Peskov diyar kir ku wê Pûtîn di meha cotmehê de serdana Fransayê bike.

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Ewrûpa hewl dide ku têsîrê li pêvajoyên li Rûsyayê bike
    Peskov: "Dibe Pûtîn jî tevlî pêşbirka dostanî ya Rûsya û Tirkiyeyê bibe"
    Peskov: Ti gerên Pûtîn nehatin betalkirin
    Peskov: Pûtîn û Erdogan dibe ku berê G20ê hevdîtinê bikin
    Peskov: "Tu eleqeya hikumeta rûsî bi korsanên kompîteran re tuneye"
    Etîketan:
    agirbest, hilbijartin, Balyozxaneya Ukraynayê ya Rûsyayê, Kremlîn, YE, DYA, Dimitriy Peskov, Sigmar Gabriel, Pyotr Poroşenko, Vladimir Pûtîn, Mînsk, Moskova, Kîev, Ukrayna, Sûriye, Fransa, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de