14:35 22 Îlon 2017
Zindî
    Mihail Bogdanov

    Rûsya ji bo tevlêbûna PYDê ya Cenêvê bi israr e

    © Sputnik/ Alexey Filippov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 4510

    Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov diyar kir ku di peymana di navbera Rûsya û DYAyê de xaleke derbarê dahatûya Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad de nîne û dubare kir ku divê nûneriya PYDê di Cenêv de bê kirin.

    Moskova — Bogdanov ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku di gotûbêjin agirbestê yên bi DYAyê re tên meşandin de pêvajoya derbasbûna siyasî nehatiye axavtin û li gorî vê rewşê qedera Esad jî nehatiye nîqaşkirin.

    Bogdanov destnîşan kir ku ev mijar pirsgirêka navxweyî ya Sûriyê ye.

    ‘DIVÊ DERBARÊ KURDAN DE BIRYAREK BÊ STANDIN'

    Bogdanov got ku divê peymana agirbestê li Cenêvê bibe sedema xurtbûna pêvajoya diyalogê ya di navbera hikûmeta Sûriyê û komên muxalifan de.

    Rayedarê rûsî ragihand ku ji ber hin welatên di Koma Piştgiriya Navdewletî ya Sûriyê de, li hemberî beşdarbûna kurdên Sûriyê dibin, hîna zelal nebûye ku wê kurd li ser maseya diyalogê hebin an na.

    ‘RÛSYA VÊ HELWESTÊ ŞAŞ DIBÎNÊ'

    Bogdanov daxuyikirin ku ev welatana PYDê weke piştevana terorê dibînin û got: "Rûsya vê helwestê şaş dibîne û ji bo vexwendina PYDê ji bo Cenêvê bangewaziyê li hevalbendên xwe dike. PYD li rojhilatê bakurê Sûriyê hêza rêbere ku li hemberî DAIŞê berxwedanê birêxistin dike."

    ‘DIVÊ PÊVAJOYA SIYASÎ YA LI SÛRIYÊ NEBE DÎLÊ HÊZÊN RÛXÎNER'

    Bogdanov destnîşan kir ku divê pêvajoya derbasbûna siyasî ya li Sûriyê nebe dîlê hêzên rûxîner ên naxwazin beşdarî gotûbêjan bibin. Bogdanov herwiha got ku Rûsya ji bo çareseriya krîza Sûriyê planên veşartî çênake û wiha axivî: "DYAyê û Erebistana Siûdiyê aşkere kirin ku derbarê Sûriyê de planên wan ên B heye. Lê digel vî tiştî Rûsyayê ragihand ku planên wan ên B û C yê nînin." Bogdanov diyar kir ku Moskova bi peymanên di Desteya Ewlekariyê ya NYyê û Viyanayê ve girêdayî ye û divê welatên din jî girêdayî bimînin.

    ‘EM LI BENDENE DYA BANDORÊ LI SER WAN KOMAN BIKE KU AGIRBESTÊ BINPÊ DIKIN'

    Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê destnîşan kir ku hin komên li Sûriyê agirbesta di 12ê Îlonê de hatiye destpêkirin binpê dikin û ji DYAyê xwest ku bi van koman re biaxivin.

    Bogdanov got ku bi vê helwesta van koman re li Sûriyê aştî pêk nayê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    “Dibe ku kurd di merhaleyekê de beşdarî hevdîtinên Cenêvê bibin”
    ENKSê danûstandinên Cenêvê baykot kir!
    Lavrov û Kerry ji bo peymana Sûriyeyê wê dîsa li Cenevreyê bicivin
    Lavrov û Kerry di 8-9ê Îlonê de li Cenevreyê tên cem hev
    Lavrov û Kerry roja înê li Cenevreyê hevdîtinekê pêk tînin
    Li ber Ofîsa NYê ya li Cenevreyê rageşiya alîgirên PKKê
    Etîketan:
    agirbest, kurd, DYA, DAIŞ, PYD, Sputnik, Beşar Esad, Mihail Bogdanov, Erebistana Siûdiyê, Cenêv, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de