08:48 23 Îlon 2017
Zindî
    Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov

    Lavrov: Tirkiye dest jê berdide ku êdî ultîmatoman bide Esad

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku Tirkiye destpêkiriye ku êdî ji bo Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad ultîmatoman nede.

    Moskova — Lavrov diyar kir ku Tirkiye êdî fam kiriye bê terorîstên li Sûriyê ji bo wê çi xetereyê çêdikin û wiha got: "Enqere êdî nermtir dibe û dest bi wî tiştî kiriye ku dest ji dayina ultîmatoman berdide.

    Lavrov piştî li paytexta Kirgizîstanê Bîşkekê beşdarî civîna Wezîrên Karê Derve yên Civaka Dewletên Serbixwe (CDS) bû, beşdarî rêûresma vekirina ofîsa Sputnîk a nû ya Kirgizîstanê bû. Lavrov li vir got: "Li gel Tirkiyê hin welatên din di mijara ultîmatomê de nermtir dibin. Mînak êdî ultîmatomên weke ‘Di dahatûya Sûriyê de ji bo em dest bi gotûbêjan bikin divê Esad ji wezîfê veqete' nînin".

    Sûriye
    © AP Photo/ Alexander Kots/Komsomolskaya Pravda via AP
    ‘DYA, JI BO KU EL NUSRA NEBE HEDEF HEWL DIDE'

    Lavrov bibîrxist ku di peymana agirbestê ya hefteya borî bi Wezîrê Karê Derve yê DYAyê John Kerry re aşkere kirin de behsa têkoşîna li hemberî DAIŞê û El Nusrayê tê kirin û got: "Hin şikên cidî hene ku hin derdorên li DYAyê dixwazin El Nusra jî di nav de hin rêxistinên ji hêla Rûsyayê ve weke terorîst tên dîtin ji derveyî gavên leşkerî bigirin. Lê yek ji xalên sereke yên peymanê jî ew bû ku muxalifan ji terorîstan veqetînin".

    Lavrov diyar kir ku digel her tiştî hin hevalbendên Rojavayî dest bi famkirinê kirine li Sûriyê tiştê girîng têkoşîna lidij terorê ye.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov ji Kerry re got: "Mûxalifên nerm ji terorîstan veqetînin"
    Lavrov ji bo Fetih El-Şamê bangî hevpeymana bi pêşengiya Amerîkayê kir
    Lavrov: Em li dû çareseriyên hevbeş in
    Lavrov pîzza û vodka dan rojnamevanên westiyayî
    Lavrov: Rûsya û Amerîka dibe ku hefteya bê jî li hevdu bicivin
    Etîketan:
    ultîmatom, Beşar Esad, Sergey Lavrov, Moskova, Enqere, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de