20:05 22 Îlon 2017
Zindî
    Gazprom

    Gazprom dixwaze li Tirkiyê ji xaza siruştî elektrîkê bihilberîne

    © AP Photo/ Alexander Zemlianichenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Hate diyarkirin ku Şîrketa Gazpromê ya rûsî dixwaze li Tirkiyê santrala elektrîk ya xaza siruştî ava bike ku şîrket bi Tirkiyê re di qada enerjiyê de di nava hevkariyên girîng de ye.

    Moskova — Alîkarê Serokê Lijneya Birêvebiriya Gazpromê Aleksandr Medvedev diyar kir ku piştî asayîbûna têkiliyên di navbera Moskova û Enqereyê û piştî jinûve zindîbûna Herka tirk ew dixwazin li Tirkiyê santralên elektrîkê yên xaza siruştî yên nû ava bikin û yên mewcût û aktîv jî bikirin.

    Medvedev ji Reutersê re axivî û got: "Em dixwazin li Tirkiyê di nava projeyên enerjiyê de cî bistînin. Ji ber ku buha ketine eleqe ji bo hilberîna elektrîkê ay bi xaza siruştî zêde bûye. Ji ber vê sedemê em ê projeyên li Tirkiyê ji nêz ve bişopînin."

    Bi heman mijarî:

    Gazprom: "Ji bo înşaeta Herka Tirkî me destur stand"
    Gazprom: "Tirkiye dixwaze bi ‘Herka Tirkî' xazê sewkî Ewropayê bike"
    Gazprom: "Ji bo Herka Tirkî wê grûba xebatê were avakirin"
    Gazprom: Divê Komisyona Ewropayê pêdiviya Herikîna Tirkî bi nivîskî bipejirîne
    Gazprom: Turk Akimi ji bo fînansmaniyê amade ye
    Etîketan:
    santralên elektrîkê yên xaza sirûştî, Reuters, Herka Tirk, Gazprom, Aleksandr Medvedev, Enqere, Tirkiye, Moskova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de