14:43 19 Îlon 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn gel vexwend ser sindoqan: Dengdayin peywira me ya welatîtiyê ye

    © Foto: Host photo agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn gelê rûs ji bo hilbijartinên Dûma yên 18ê Îlonê vexwend ser sindoqan.

    Moskova — Pûtîn beriya hilbijartinên roja yekşemê derket pêşberî kamerayan û bang li gel kir ku dengên xwe bidin. Pûtîn diyar kir ku wê parlamena nû li gorî biryara gel bê avakirin û wiha got: "Ez pêbawerim ku em hemû dixwazin kesên wisa bikevin Dûmayê ku karê xwe dizanin, enerjîk, rast, kesên ku karibin vîna gel bicî bînin, pêbaweriya gel qezenc bikin, karibin aramî, geşepêdan û lihevhatina netewî pêk bînin û ji bo parastina berjewendiyên Rûsyayê amadebin bi hev re kar bikin."

    ‘DENGÊN XWE BIKAR BÎNIN Û SEKNA XWE NÎŞAN BIDIN'

    Pûtîn diyar kir ku "Dengdayin peywîra welatîtiyê ya me hemûya ne. Ez hemû welatiyên me vedixwînim dengdayinê. Biçin navendên hilbijartinê, dengên xwe bikar bînin û sekna xwe nîşan bidin."

    14 partiyên siyasî wê beşdarî hilbijartinên 18ê Îlonê bibin. Dûma ku baskê jêr ê parlamena Rûsyayê ye ji 450 kursiyan pêk tê û weke organa rêzikdanînê, yaseyên derbarê prensîbên xebata hikûmetê, serokwezîr û serokê dewletê derdixe.

    Bi heman mijarî:

    Welatiyên rûsî yên li Tirkiyeyê ji bo hilbijartina parlamentoyê dest bi dengdanê kirin
    Rûsî ji bo hilbijartina parlamentoyê wê bikaribin li 14 bajarên Tirkiyeyê dengan bidin
    Etîketan:
    hilbijartin, Dûmaya Dewleta Rûsyayê, Vladimir Pûtîn, Rûsya, Moskova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de