11:52 27 Nîsan 2018
    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê: Divê peymana agirbesta li Sûriyê bê weşandin

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Sûriye piştî operasyona Rûsyayê (51)
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova Zaxarovayê DYA rexne kir ku digel plana agirbestê ya bi hevkariya Rûsya û DYAyê ji bo Rûsyayê hatiye amadekirin û atmosfera pozîtîf daxuyaniyên DYA yên neyênî. Zaxarovayê diyar kir ku divê ji spekulasyon û şîroveyên şaş dûr bikevin û têgeha 'muxalifên nerm' a DYAyê û Rûsyayê cuda ye.

    Moskova — Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova, li paytext Moskovayê civîna çapemeniyê ya heftane lidarxist. Zaxarovayê derbarê derbarê plana agirbesta li Sûriyê û rewşa dawî ya Ûkraynayê de nirxandin kir.

    Zaxarovayê diyar kir di rojeva Rûsyayê de xala herî girîng hilbijartinên Dûmayê ne û li 145 xelatên cuda 364 navendên hilbijartinê hatine avakirin.

    Zaxarovayê got ku heta duh zêdetirî 9 hezar welatiyên Rûsyayê li sendoqên li derveyî welêt deng bikar anîne.

    ‘JI BER HELWESTA UKRAYNAYÊ YA DERBARÊ QIRIMÊ DE EM MATMAYÎ NE'

    Zaxarova bersiv da biryara dozvekirina Ukraynayê ya li hemberî Rûsyayê di Dadgeha Tehkîmê de ku bi hinceta Rûsyayê hikmên Peymana Hiqûqa Behrê ya Neteweyên Yekgirtî pelçiqandiye û berjewendî û mafên Ukraynayê li Behra Azakê û Behra Reş binpê kiriye. Zaxarovayê got: "Moskovayê li gorî peymanê berpirsiyariyên xwe li gorî niyeteke baş bicî tîne ku qada bejayî ya girava Qirimê jî tê de. Beriha niha jî me gelek caran diyar kir ku em dixwazin bi Kievê re derbarê vê mijarê de guftûgoyan bikin û em îro jî ji vê re amade ne. Lê qasî em fam dikin, Ukrayna weke dewleteke cîran, wisa difikire ku serdestiya wê ya li qada bejayî ya Qirim ê berdewam dike. Ev rewş me matmayî dihêle."

    ‘DAXUYANIYÊN DYAYÊ BÊMANTIQ Û RÛXÎNER IN'

    Zaxarovayê daxuyaniyên ji DYAyê tên nirxand ku dibêjin "Rûsya, ne amadeye rejîma agirbesta li Sûriyê pêk bîne".

    Zaxorovayê destnîşan kir ku di demeke tevaya hewldanên navdewletî li ser çareseriya siyasî sekinîne, daxuyaniyên ji Washingtonê tên bêmantiq û rûxîner in.

    Zaxarovayê got ku hefteyek berê li Cenêvê piştî peymana di navbera Rûsyayê û DYAyê de atmosfereke pozîtîf çêbûyê lê digel vê rewşê ji Washingtonê nirxandinên cuda tên. Ev jî dibe sedema xemgîniyê. Zaxarovayê destnîşan kir ku ji bedêla DYA van daxuyaniyan bide divê xebatan li gorî berpirsiyariya peymanê bike.

    ‘DIVÊ PEYMANA AGIRBESTÊ BÊ WEŞANDIN'

    Zaxarovayê ji bo ji şîroveyên ne rast û spekulasyonan dûr bikevin xwest ku peymana agirbestê ya di navbera Rûsyayê û DYAyê de hatiye îmzekirin ji raya giştî re bê aşkerekirin. Herwiha diyar kir ku tenê bi biryara hevbeş a her du dewletan ve dikarin biweşînin.

    ‘HELWESTA RÛSYA Û DYAYÊ Lİ HEMBERÎ AHRAR'UŞ ŞAMÊ CUDA YE'

    Zaxarova got ku nerîna Rûsyayê û DYAyê ya li rêxistina Ahrar'uş Şamê ya li Sûriyê cuda ye.

    Zaxarovayê diyar kir ku "Sekna me ya derbarê vê rêxistinê de û helwesta me ya ji wê mijarê ku divê terorîst ji muxalifên nerm bên cudakirin baş tê zanîn. Sekna Rûsyayê vekirî û zelal e" û got ku DYA helwesteke cuda nîşan dide.

    ​‘MISTURA DI COTMEHÊ DE DIKARE BI MUXALIFAN RE HEVDÎTİNÊ BIKE'

    Zaxarovayê derbarê hevdîtina Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NYyê Staffan De Mistura ya bi muxalifên sûriyeyiyan re jî got ku xebat berdewam dikin û diyar kir ku dibe di meha cotmehê de Mistura bi muxalifan re hevdîtinê bike.

    Zaxarovayê behsa pêvajoya barkirina çekên kîmyewî yên ji Lîbyayê ber bi welatên derve kir û got ku divê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (RQÇK) mijara ‘dûkelbûna' 220 ton madeya kîmyewî ya li qada depokirina Ruwangayê zelal bike.

    Li Libyayê Berpirsê Komîteya Netewî ya Peymana Çekên Kîmyewî Naci Hatyuş ku bi ser Wezareta Karê Derve ya Hikûmeta Lihevkirina Netewî (HLN) ve girêdayî ye diyar kiribû ku di dawiya tebaxê de keştiya danîmarkî ya beşa dawî ji madeyên çekên kîmyewî barkiribû ji Bendera Misratayê birê ketiye.

    Hefteya borî li gorî daxuyaniya NYyê jî çekên kîmyewî yên li Libyayê bi serkeftî hatine barkirin û hatine tunekirin.

    Zaxarovayê herwiha diyar kir ku girîng e ku ji ber di dema barkirina madeyên bijehr de ti bûyereke neyênî neqewimiye.

    Mijar:
    Sûriye piştî operasyona Rûsyayê (51)

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: "Êdî qahremanekî me heye, em ê wî jibîrnekin"
    Zaxarova: "Navê pîlotên rûsî dê qet neyê jibîrkirin"
    Zaxarova, rojeva Konseya Rûsya û NATOyê eşkere kir
    Zaxarova: "NATO amadehiya şerekî tüne dike"
    Zaxarova: ‘Zindî kirina têkiliyên Rûsya-Tirkiyayê ji bo me girînge'
    Etîketan:
    Wezareta Karê Derve ya Hikûmeta Lihevkirina Netewî (HLN), Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (RQÇK), NY, DYA, Ahrar'uş Şam, Staffan de Mistura, Mariya Zaxarova, Cenêv, Behra Reş, Behra Azakê, Ukrayna, Qirim, Sûriye, Libya, Washington, Moskova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de