22:53 12 Kanûn 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan û Vladimîr Pûtîn

    Pêvajoya aştiya Rûsya - Tirkiyeyê

    © REUTERS/ Sergei Karpukhin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî krîza histina balafira rûsî ji bo li hev kirina Rûsya û Tirkiyeyê Serokomarê Komara Daxistanê Ramazan Abdulatipov ku girêdayê Federasyona Rûsyayê ragihand ku berî Moskova ji bo hevdîtinin li hev kirine bidêl nebû.

    Navenda Nûçeyan — Abdulatipov pêvajoya li hev kirina Tirkiye — Rûsya ji rojnameya RBKê ya rûsî re axivî û destnîşan kir ku pêşniyara Enqereyê ku li Moskovayê kir di meha adarê de hate qebulkirin û got: ‘Hevdîtin di meha adarê de destpêkir. Ji xwe di navbera Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan de têkiliyek dostane hebû. Wekê ku hûn jî dizanin li hev kirina dostan ji kesên ku hev nasnakin hêsantire.'

    MIN Û CAVÎT ÇAGLAR 14 CAR HEVDÎTIN PÊK ANÎT

    Abdulatipov, diyar kir ku trafîka dîplomasiyê ya di navbera Rûsya — Tirkiye birêve bibin min bi bazirganê tirk Cavit Çaglar ku gelek veberhênanê wî li Daxistanê hene re 14 car hevdîtin pêk anît, herî kên 10 car jî bi riya telefonê hevdîtin me pêk anît.

    'UŞAKOV JI MIN RE MIN JÎ JI ÇAGLAR RE EW JÎ JI AKAR RE DIGOT'

    Li ser navê Tirkiyayê Serfermandarê Artêşa tirk Hulusi Akar li ser navê Rûsyayê jî Cigirê Serok Dewleta Rûsyayê Yuriy Uşakov bi rêve dibirin. Ez li ser fermana Uşakov mudahîlê muzakereyan bûm. Uşakov derbarê muzakereyan de agahiyan dida Pûtîn, fikr û ramanên Uşakov û Pûtîn jî min ji Çaglar re digot, ew jî ji Hulusi Akar re digot. Herwiha Abdulatipov eşkere kir ku taslaka nameya lêborînê bi Çaglar re amade kirine.

    ‘DI TASLAKA EWIL DE LÊBORÎN TINE BÛ'

    Serokomarê Daxistanê daxuyand ku taslaka nameya lêborînê gelek car hatin guhertin, taslaka ewil ku hate amadekirin de lêborîn tinebû.

    Lê herî dawî formula ku hemû aliyan razî kir hate dîtin û piştre jî dê name çava ji Pûtîn re bê şandin hate axaftin. Aliyê tirk Uşakov û Serokê Dewleta Kazakistanê Nursultan Nazarbayev pêşniyar kirin. Min jî got bi riya Nursultan Nazarbayev bê dayîn dê baştir be û name dayîna Pûtîn wiha hate plankirin û di 27ê Hezîranê de name dan Pûtîn.

    Bi heman mijarî:

    ‘Di pirsgirêka kurd a Sûriyê de Tirkiye, Îran û Rûsya wek hev difikirin'
    Amerîka: Biryar biryara Tirkiye û Rûsya ye
    Formata sêalî ya Rûsya, Tirkiye û Azerbeycanê wê aramiyê bîne
    Rûsya:Di civînê de em ê daxwaza girtina sînorê Tirkiye û Sûriyeyê bikin'
    Rûsya:’Çek û milîtan ji sînorê Tirkiye û Sûriyeyê diçin Helebê’
    Etîketan:
    lêborîn, name, balafir, xistin, krîz, aştî, pêvajo, hevdîtin, rojnameya RBKê, Cavit Çaglar, Ramazan Abdulatipov, Hulusi Akar, Recep Tayyip Erdogan, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de