15:52 20 Îlon 2017
Zindî
    Sergey Şoygu

    Li Kirimê yekîneyeke ku bikaribe hemû metirsiyan têk bibe hat avakirin

    © Sputnik/ Vadim Savitskii
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Hat ragihandin ku li girava Kirimê yekîneyeke leşkerî ku bikaribe hemû tehdîd û metirsiyan vala derxe û têk bibe hat avakirin.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu ji bo temaşekirina tetbîqaeta leşkerî çû herêma Kirimê. Berpirsekî leşkerî ku derheqê tetbîqata Kirimê de raportek pêşkêşî Şoygu kir got: "Li vê herêma girava Kirimê yekîneyeke leşkerî ku têra xwe bike û bikaribe hemû tehdîd û metirsiyan têk bibe hat avakirin."

    Moşekên S-400 hatin pekandin

    Berpirsê leşkerî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Pergala parastina moşekên S-400î di çarçoveya tetbîqatê de hat peqandin û hedefa xwe bi serkeftî îmha kir." Demek berê Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu jî gotibû em ê moşekên S-400î li Kirimê bi cih bikin.

    60 ataşeyên leşkerî yên biyanî li Kirimê ne

    Di vê navberê de Berdevkê Wezareta Parastin ê Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand ku ji 40 welatî zêdetir 60 ataşeyên leşkerî yên biyanî ji bo temaşekirina tetbîqatê çûne Kirimê. Tetbîqata Kirimê jî perçeyek ji tetbîqata Qafqasya-2016an a herêma leşkerî ya başûr e.Tetbîqata ku hêzên deryayî, bejayî û hewayî tevlîbûne wê sibê biqede.

    Bi heman mijarî:

    Yekîneyên Kirimê S-400 wergirtin
    Ukrayna hêza xwe ya li sînorê Kirimê zêde kir
    Serokê Ûkraynayê ji bo amadebaşiyê ferman da artêşa sînorê Kirimê
    Pûtîn, piştî hewla Ûkraynayê ku xwest têkeve Kirimê Konseya Ewlehî civand
    FSB: "Hêzên ûkraynî xwestin bi dizî têkevin Kirimê"
    Moşekên S-400î li Kirimê hatin bicihkirin
    Etîketan:
    Tetbîqata Qafqasya-2016an, Pergala moşekên S-400î, Wezîrê Parastin ê Rûsyayê, Îgor Konaşenkov, Sergey Şoygu, Kirim, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de