05:48 23 Hezîran 2018
Rusya Devlet Başkanı Vladimir Putin

Pûtîn: Hûn nikarin Rûsyayê bi aqil fam bikin

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn got, Rûsya ne welatekî wisa ye ku hûn bi aqil fam bikin.

Navenda Nûçeyan — Ji Bloombergê John Micklethwait bi serokê rûsî re hevpeyvînek kir. Mickhethwait ji Pûtîn ev pirs kir ku "Di dema ku ez daketim Rûsyayê divê min ji du vebijarkan tiştek hilbijarta: An filme Doktor Jivago yan jî Godfather temaşe bikira. Ji bo kesê ku bixwazin Rûsyayê fam bikin hûn pêşniyaza temaşekirina çi dikin?". Serokê rûsî wiha bersiv da:

"Ez nizanim. Hûn dizanin, li ba me gotineke navdar heye: ‘Rûsya bi aqil nayê famkirin, bi arşinê nayê pîvan, tenê dikarin baweriyê bi Rûsyayê bînin.' Çanda rûsî gelekî wergiriye. Ji ber wê heke ku hûn dixwazin Rûsyayê fam bikin û bi Rûsyayê têbigihêjin divê hûn Tolstoy, Çexov, Gogol û Turgenyevî bixwînin, Çaykovsky guhdar bikin û baleya rûs a klasik temaşe bikin.

Hûn bawer bikin, tatar, moldovî, ceçen, daxistanî —kî be bila bibe- dema ku hûn rastî welatiyên ji rêzê hatin, hûnê bibînin ku ew gelekî vekirî heta mirovên hinekî saf in."

‘YEK JI TAYBETMENDIYÊN SEREKE DI FERASETA RÛSAN DE, EDALET E'

Pûtîn diyar kir ku taybetmendiyeke rûs an a diyarker heye û ev jî meyla li ser edaletê ye û wiha axivî: "Ev, di feraseta rûsan de yek ji taybetmendiyên sereke ye."

Piştî ku Pûtîn behsa rûs an kir Micklethwait wiha got: "Wê deme bersiv Doktor Jivago ye."

Bi heman mijarî:

Kalin: "Erdogan bi Pûtîn û Obama re dîsa mijara Helebê axivî"
Pûtîn, wê tetbîqata Qafqasya-2016an temaşe bike
Pûtîn: "Operasyona Tirkiyeyê ya Sûriyeyê ji bo me nesuprîz bû"
Obama: "Ez bi Pûtîn re mijara sûrî, sîber û Ûkraynayê axivîm"
Merkel: Pûtîn ji bo agirbesta Helebê roleke giring dilîze
Netanyahu: "Ez pêşniyara Pûtîn a ‘Abbas' dinirxînim"
Etîketan:
daxistanî, tatar, ceçen, moldovî, Bloomberg, Çaykovsky, Turgenyev, Gogol, Çexov, Tolstoy, John Micklethwait, Wladîmîr Pûtîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de