14:52 24 Çile 2018
Zindî
    Sergey Şoygu

    Şoygu: Di navbera Rûsya û Misirê de hecma bazirganî ya çekan zêde dibe

    © Sputnik/ Vadim Savitskii
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu got hejmara peymanên çekan ên bi Misirê re her ku diçe, zêde dibe.

    Navenda Nûçeyan — Şoygu di civîna 3yemîn a komîsyona hevkariya leşkerî ya Rûsya û Misirê de aixivî 3u got "em kêfxweş in ku Misir ji bo hêzên xwe yên çekdarî yên netewî çekên nûjen û teçhîzatên leşkerî yên Rûsyayê hildibijêrin."

    Wezîrê Rûs diyar kir ku ew di têkoşîna li dijî terora navneteweyî de piştgiriya Misirê dikin û got "Nîvgirava Sînayê jî di nav de tunekirina komên terorîst û tundrew ên li ser axa Misirê tenê ne ji bo berjewendiyên Misirê ye, di heman demê de ji bo berjewendiyên herêmê ye jî."

    Sergey Şoygu dest nîşan kir ku armanca wan ew e ku têkiliyên hêzên leşkerî yên di navbera Rûsya û Misirê de hîn xurt bikin û got Misir li Efrîqaya Bakur û Rojhilata Navîn hevalbendê Rûsyayê yê herî stratejîk e.

    Wezîrê Parastin û Pîşesaziya Leşkerî yê Misirê Said Ehmed Subhî jî ji ber dawetkirina Moskovayê spasiya xwe pêşkeş kir û got "em dixwazin di warê hevkariya stratejîk de pêngavên nû biavêjin."

    Bi heman mijarî:

    Şoygu: ‘Rûsya û Amerîka gelek nêzîn li Helebê operasyonek hevkar pêk bînin'
    Şoygu: Baregeha Hmeymîmê ji bo têkoşîna bi terorîstan re pêwîst e
    Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Şoygu li Qazakîstanê ye
    Derket ku Şoygu şêwekar û şêwekarîhez e jî
    Wezîrê Parastina Rûsyayê Şoygu li Şamê serdana Esad kir
    Etîketan:
    zêdebûn, bazirganî, hecm, Wezîrê Parastinê yê Misirê, Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê, Said Ehmed Subhî, Sergey Şoygu, Rojhilata Navîn, Efrîqaya Bakur, Nîvgirava Sinayê, Rûsya, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de