00:59 18 Çile 2018
Zindî
    Eski Azerbaycan Başbakan Birinci Yardımcısı Abbas Abbasov

    Avakerê veşartî yê aşitiya Rûsya û Tirkiyeyê: Abbas Abbasov

    © Sputnik/ Fuat Safarov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat diyar kirin ku yek ji avahîsazên aşitiya Rûsya û Tirkiyeyê yê veşartî Cîgirê Yekemê Berê yê Serokwezîrê Azerbaycanê Abbas Abbasov e.

    Navenda Nûçeyan — Karsazê Tirk Cavît Çaglar ji bo bernameya belgefîlma bi navê ‘Dîplomasiya Veşartî' ya televîzyona Rossiya-24ê axivî û got di pêvajoya pêkanîna aşitî ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de Abbasov li Moskovayê gelekî alîkariya min kir.

    Abbasov him li Tirkiyeyê him jî li Rûsyayê gelekî bi bandor e û yek ji wan navên girîng e ku di wan 7 mehên ku di navbera herdu aliyan de qeyran rûda de, ji bo sererastkirina têkiliyan navbeynkarî kir. Hat dest nîşan kirin ku di hevdîtin û xebatên Cavît Çaglar ên li Moskovayê de gelekî tevkariyên Abbasov hene.

    Di belgefîlmê Çaglar diyar kir ku wî bi alîkariya Serokomarê Dagistana Rûsyayê Ramazan Abdulatipov name gîhand Kremlînê. Abdulatipov hogirê nêzîk ê Abbasov tê zanîn.

    Herwiha Çaglar da zanîn ku Abbasov di heman demê de hevalê leşkeriyê yê Serokê Netewî yê Azerbaycanê Haydar Alîyev e.

    Bi heman mijarî:

    'Dibe Rûsya, Îran û Tirkiye ji bo Sûriyeyê bicivin'
    Rûsya û Tirkiye ji bo çareserkirina krîza barkêşiyê dicivin
    Erdogan: "Divê Tirkiye û Rûsya ji bo Sûriyeyê bibin yek"
    Rûsya: Normalîzebûna têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê, me dilxweş dike
    Parlamenterê rûsî: "Divê Rûsya û Tirkiye li herêmê bi kordîne bixebitin"
    Rûsya: "Milîtanên El Nûsrayê li sînorê Tirkiye û Sûriyeyê dicivin"
    Etîketan:
    veşartî, avaker, têkilî, aştî, Rossiya-24, Kremlîn, Serokomarê Dagistanê, Ramazan Abdulatipov, Cavit Çaglar, Abbas Abbasov, Tirkiye, Rûsya, Moskova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de