03:17 26 Gulan 2018
Pergal - moşek

Bahreyn bi sîstemên S-300 û S-400 ên Rûs re elqeder dibin

© Sputnik/ Mikhail Voskresenskiy
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Balyozê Bahreynê yê li Rûsyayê Ahmed Abdulrahman Saatîdiyar kir ku ew dixwazin sistemên parastina hewayî ya welatê xwe nû bikin û anî ziman ku ew ê di fuara Army-2016a navneteweyî ya li Rûsyayê de sîstemên parastinê ya moşekên S-300 û S-400 ên Rûs binirxînin.

Pergala parastinê moşeka S-300î
© Sputnik / Dmitry Korobeinikov
Navenda Nûçeyan — Ahmed Abdulrahman Saatî ji bo Sputnikê axivî û got şandeke Bahreyn wê bi serokatiya Şahê Bahreynê Hamad bîn Îsa el Xelîfe re di navbera rojên 6 û 11ê Îlonê de beşdarê fûara Army-2016 a li Rûsyayê bibin û wê ser lêkolîna sîstemên S-300 û S400 ên Rûs bisekinin.

Saatî got "di mijara nûkirin a sîstemên parastinê de em bi tiştekî nû re eleqeder dibin. Lê di derbarê peyman û kirînê em ne xwediyê tu zanyariyê ne. Em ji bo ku teçhîzatên leşkerî û sîstemên parastinê yên hewayî ji nêzîk ve bikolin, hatin. Bi taybetî jî ji bo sîstemên S-300 û S-400î."

Bi heman mijarî:

Ji Rûsyayê tetbîqata bi S-300 û S-400î
Enqere ji bo moşekên S-300 ji Rûsyayê ne razî ye
Li fuara Army-2016a wê zêdetirî 50 sêwir werin pêşkeş kirin
Yekîneyên Kirimê S-400 wergirtin
Îsraîl: ‘Moşekên S-400 yên li Sûriyeyê ji bo me metirsiyê çênakin'
Etîketan:
eleqeder bûn, sîstemên parastinê, Sputnik, Şahê Bahreynê, Balyozê Bahreynê yê li Rûsyayê, Hamad bîn Îsa el Xelîfe, Ahmed Abdulrahman Saatî, Rûsya, Bahreyn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de