02:55 26 Gulan 2018
Pûtîn, bû mêvanê  Bloombergê

Pûtînî kir û nekir, nikarî cudahiya 12 û 16an ji gerînendeyê Bloombergê re "rave bike"

© AP Photo / Alexei Druzhinin
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîrî Pûtînî di hevpeyvîna xwe bi gerîndeyê giştî yê Bloomberg Newse John Micklethwaitî re neçar ma ku bi awayekî dirêj rave bike ku ne 16 salan lê 12 salan serokatiya Rûsyayê kiriye.

Navenda Nûçeyan — Di beşên nû yên roportaja Bloombergê bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re, pirsa "we Rûsya 16 salan bi rê ve bir. Bi piranî serokên giring zêdeyî 5-6 salan namînin, gelo hûn çi pêşniyarî wan dikin ta ku zêdetir serokatiyê bikin?" bê ku bihesibîne ku Pûtîn ji 2008an heta 2012an serokwezîrê Rûsyayê bû.

"NABE KU MIRVO HER TIŞTÎ BIKE TA KU BI DEV Û DIRANAN XWE KURSIYEKÊ BIGIRE"

Pûtînî li ber vê pirsyarê got: "Nabe ku mirovher tiştî bike ta ku bi dev û diranan xwe bi kursiyekê ve bigire". Serokê rûs bersiva xwe wiha dewam kir: "Lê ez 16 salan di wê peywirê de nemam. Cara pêşî ez 8 salan bûm serokê dewletê. Ji bo ku ez makeqanûnê bin pê nekin û ji bo xwe neguherînim (li ser hev)cara sisiyan nebûm namzetê serokatiyê. Anku min 16 salan serokatî nekiriye. Bi vê serdemê re, ev 12 sal in ku ez peywira serokatiyê pêk tînim".

Herwiha Pûtînî bi bîr anî ku Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê 11 salan û Serokwezîrê berê yê Kanadayê Stephen Harper jî nêzîkî 10 salan li desthilatê ma û hewl da bibêje ku ev rewş ne ji bo wî tenê wiha ye.

​Lê Micklethwaitê ku bi van jî qanî nebû israr kir ku tiştekî taybet ji rewşa Pûtînî derxîne, got: "Lê ew 16 salan di desthilatê de neman, we ew gişt derbas kirin." Pûtîn piştî vê careke din ji Micklethwaitî re diyar kir ku hejmarên 12 û 16 ji hev cuda ne û wiha got: "Min ne 16 salan lê 12 salan peywira serokatiyê kir".

Bi heman mijarî:

Merkel: Pûtîn ji bo agirbesta Helebê roleke giring dilîze
Netanyahu: "Ez pêşniyara Pûtîn a ‘Abbas' dinirxînim"
Pûtîn: Em ê Gazpromê nefiroşin
Ji Kremlînê derheqê hevdîtina Pûtîn, Erdogan û Esad de daxuyanî
Pûtîn û Obama li Çînê mijara Sûriyeyê axivîn
Pûtîn: Em dixwazin bi Erebîstana Siûdî re têkiliyên xwe pêş ve bibin
Pûtîn: "Derketina sermayê li gorî sala borî 5 qat kêm bû"
Etîketan:
serokatî, Stephan Harper, Angela Merkel, Vladîmîr Pûtin, John Micklethwait, Kanada, Almanya, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de