17:11 22 Çile 2018
Zindî
    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di vekirina lûtkeya G20Ê

    Pûtîn: "Operasyona Tirkiyeyê ya Sûriyeyê ji bo me nesuprîz bû"

    © AFP 2018/ Mark Schiefelbein / POOL
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Sûriye piştî operasyona Rûsyayê (51)
    0 10

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku operasyona Tirkiye ya Sûriyeyê ji bo me nesuprîzeke pêşketinî bû.

    Navenda Nûçeyan - Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku operasyona Tirkiye ya Sûriyeyê ji bo me nesuprîzeke pêşketinî bû.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî Zîrweya G20ê ya li bajarê Hangzhouya Çînê civîneke çapemenî li dar xist û behsa operasyona Tirkiyeyê ya Mertalê Firadê kir.

    Pûtîn di axaftina xwe de got: "Operasyona Tirkye ya li Sûriyeyê ji bo me nesuprîz bû. Em fêhm dikin bê çi diqewime. Em ne ewle ne ku armanca vê operasyonê ji bo kê tê lidarxistin."

    Ji bo fêhmkirinê hewceyî bi analîstbûnê tuneye

    Serokê rûsî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo van bûyerên ku berê biqewimin em bibihîzin Wezareta Derve û sazî û dezgehên me yên îstîxbaratî hene. Dema ku me operasyon bihîst me dizanî bû wê çi bibe û li kur bisekine. Ji ber bûyerên li Sûriyeyê me bûyerên ku li Tirkiyeyê diqewimîn jî didît. Ji bo fêhmkirina van tiştan hewceyî bi analîstbûnê tuneye."

    Ez careke din dubare dikim

    Pûtîn di dawiya axaftina xwe de got: "Em van hemûyan gelekî baş dibînin û li vir ji bo me tiştekî ku me texmîn nekiribe û suprîz be tuneye. Lê ez careke din jî dubare dikimi, em tu çalekiyeke ku li dijî prensîb û biryarên hiqûqa navneteweyî bin qebûl nakin û ji wê kêfxweş nabin."

    Em nikarin ji armanca tu kesî sedî sed bawer bibin

    Serokê Rûsyayê li hemberî pirsekê got: "Em nikarin ji armancên tu kesî li Sûriyeyê sedî sed bawer bibin. Lê ji b ovan pirsgirêkên heyî diyaloga me bi hevalbendên me yên tirk û amerîkî re berdewam in. Dîsa em tu tiştê ku dijiya hiqûqa navnetweyî bike piştgiriyê nadinê û em ê piştgiriya wê nekin."

    Em hîn li bendî encama lêpirsîna kuştina pîlotê rûs in

    Herwiha Pûtîn daxuyand ku ew hîn li bendî encamên kuştina pîlotê rûs in ê ku di 24ê mijdarê de hatibû kuştin.

    Pûtînî wiha dewam kir: "Jinûvedestpêkirina têkiliyên me û Tirkiyeyê bi taybetî bi lêpirsînê kuştina pîlotî ve girêdayî ye. Pîlot li balafira me xist û yê ku li Sûriyeyê gule bera pîlotê me da jî hat girtin. Em li bendî encama lêpirsînê ne lê her em dibînin ku birêveberiya Tirkiyeyê dixwaze têkiliyan vejîne".

    Xerakirin hêsan e lê avakirin herdem zehmet e

    Ji aliyekî din ve, serokê rûs behsa vejîna têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê kir û got: "Xebat li gorî planê diçin. Lê bi qasî daxwaza hevkarên tirk zû naçe. Me jî xwest zûtir bi pêş ve biçin. Xerakirin hêsan e lê avakirin hertim zehmet e".

    Di rojên pêş de, dibe em rêkeftineke nû bi Amerikayê re ji bo Sûriyeyê çêkin

    Pûtînî diyar kir ku ihtimal heye, di rojên bê de rêkeftineke nû bi Amerîkayê re ji bo Sûriyeyê bê lidarxistin.

    Herwiha serokê rûs diyar kir ku ev rêkeftin, kêmbûna tundûtûjiyê pêşbîn dike û wiha got: "Eger rêkeftin çêbibe. Em dikarin bibêjin şerê me û DYA li dijî terorê dê heta asteke bilind baş bibe û xurt bibe".

     

     

     

    Agahî tên…

    Mijar:
    Sûriye piştî operasyona Rûsyayê (51)
    Etîketan:
    lêpirsîn, pîlot, teror, şer, Vladîmrî Pûtîn, Sûriye, Amerîka, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de