23:30 22 Nîsan 2018
    Aleksandr Sinigibskiy

    Tez Tour dixwaze her roj ji Moskovayê firînên charterê bo Antalyayê pêk bîne

    © Flickr /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Midûrê şirketa Tez Tour a rûsî Aleksandr Sinigibskiy ragihand ku hetanî qedandina demsala turîzmê em dixwazin her roj ji Moskovayê firînên charter bo Antalyayê pêk bînin.

    Moskova — Midûrê şirketa Tez Tour a rûsî Aleksandr Sinigibskiy ragihand ku hetanî qedandina demsala turîzmê em dixwazin her roj ji Moskovayê firînên charter bo Antalyayê pêk bînin.

    Piştî ku Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev biryarnameya rakirina qedexeya firînên charter a ser Tirkiyeyê rakir, bernameya firînên charter a rêvebiriya Tez Tourê li gorî rewşa hewayê firînên xwe ji 15 hetanî 30ê Mijdarê dibe biguherîne.

    Midûrê şirketa Tez Tourê Aleksandr Sinigibskiy piştî firîna pêşî ya charterê ku çû Antalyayê ji rojnamevanan re axivî û got: "Di sektora turîzmê de her tişt dê li cihê xwe rûnê. Di nava planên me de her roj firîneke ku ji 300 kesî pêk were ji Moskovayê bo

    Antalyayê pek bînin heye. Wekî din ji xeyrî Moskovayê di planan de ji balafirxaneyên Saint Petersburg û Yekaterinburgê jî ji bo Antalyayê firînên charter pêk bînin heye, ji van herdu cihan em nizanin be çend rojan carekê em ê firînan pêk bînin, lê li gorî pêşbîniyan herî kêm hefteyê wê du sefer pêk werin."

    Ji Rûsyayê bo Tirkiyeyê firîna charter a pêşî ku 300 turîstên rûsî têde bûn piştî 9 mehan di 2ê Îlonê de ji Moskovayê daketibû Antalyayê.

    Bi heman mijarî:

    Ji Rûsyayê balafira charter a pêşîn ber bi Tirkiyê ve firiya
    Firînên charter wê hejmara turîstên rûsî 3 qat zêde bike
    Medvedev biryarnameya rakirina qedexeya charter a li ser Tirkiyê îmze kir
    'Rûsya qedexeya seferên charter yên bo Tirkiyeyê rakir'
    Dibe vê hefteyê balafirên charter ên Rûsyayê dest bi firînên Tirkiyeyê bikin
    Etîketan:
    Destpêkirina firînên charter ên navbera Rûsya û Tirkiyeyê, Midûrê şirketa Tez Tour a rûsî, Aleksandr Sinigibskiy, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de