23:39 23 Gulan 2018
    Petrol

    Rûsya û Erebistana Siûdî daxuyaniyeke hevbeş bo petrolê da

    © Sputnik/ Alexei Danichev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Rûsya û Erebistana Siûdî ji bo pêkanîna istiqrarê di bazara petrolê de, daxuyaniyeke hevbeş îmze kir.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê Aleksander Novak li gel hevpîşeyê xwe yê Erebistana Siûdî Xalif El-Felîhî, daxuyaniyek îmze kir ku tê de sozê didin, ew ê ji bo pêkanîna istiqrarê di bazara petrolê de xebatan pêk bînin. EV daxuyanî di de berdewamiya G20ê de hat îmzekirin.

    Li gorî daxuyaniyê, herdû welat dê komeke xebatê ava bikin ta ku bazara petrolê bişopîne. Ev kom dê ji bo bidestxistina sitiqrarê dê pêşniyaran pêşêkş bike. Herwiha ji bo pêkanîna istiqrarê di bazarê de, hevdîtinên birêkûpêk dê pêk werin û di wê çarçoveyê de, Novak û Felîh dê meha Cotmehê de li Cezayirê û Mijdarê li Awustriyayê bicivin.

    "HEVPARIYA STRATEJÎK RAST E"

    Ji aliyê din ve, Novakî teqez kir ku Rûsya û Erebistana Siûdî di mijara hevkariya stratejîk a enerjiyê de di rêya rast de ne. Novakî diyar kir ku  li pêşberî kêşeyên cîhanî hişt ku herdû welatan bergiriyan bigirin.

    Herwiha wezîrê rûs teqez kir ku eger hewlda rawestandina petrolê pêk were, Rûsya dê ji bo vî tiştî amade be.

    Bi heman mijarî:

    Di cıvîna Amerîka, Rûsya, Tirkiye û Erebistana Siûdi de jibo Esad çi derket?
    Rûsya û Erebistana Siûdiyê êdî bêtir hevdîtinan dikin
    Rûsya: Hejmara herêmên tev li agirbestê bûne, gihişt 534
    Rûsya: Gelek pirs hene ku em dixwazin ji Tirkiyê bipirsin
    Rûsya: "Hevdîtinên me yên ji bo hevkariya ekonomîkî bi Tirkiyeyê re didomin"
    Rûsya: "Qedexeya şagirtên rûsî ya çûna Tirkiyeyê rabû"
    Etîketan:
    PETROL, Siûdî Xalif El-Felîh, Aleksander Novak, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de