13:50 22 Hezîran 2018
Vladimîr Pûtîn

Kremlin: Pûtînî sersaxî ji bo Kerîmovî xwest

© Sputnik / Alexey Panov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Nivîsgeha Kremlinê ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji Berpirsyarê Serokatiya Ozbekistanê Nîmetûllah Yûldaşovî re xwest ji bo mirina Serokê Ozbekistanê Islam Kerîmovî.

Navenda Nûçeyan - Di telegrafa sersaxiyê de wiha hat gotin: "Koçkirina wî, ji gelê Ozbekistanî re û herwiha bi giştî ji Komeleya Deweletên Serbixwebûyî re jî û ji endamên Rêxistina Şengehayê re jî wendahiyeke mezin e. Islam Ebdulxenî kesayeteke siyasî, xwedan heybet bû. Serokekî rasteqîn ji welatê xwe re bû. Gelek rûpelên dîrokî yên Ozbekistanê bi navê wî ve hatin girêdan."

Ji aliyekî din ve, Berdevka Serokwezîrîtiya Rûsyayê ragihand ku Dimitiry Medvedevî dê serokatiya wê şandeyê bike ya ku dê bi talîmatên Pûtînî beşdarî merasîma veşartina Kerîmovî bibe.

Bi heman mijarî:

Kremlîn: Serokê Ozbek, Kerîmov bo dermankirinê naenîn Moskovayê
Kremlîn: "Mirina Serokê Ozbekîstanê Kerîmov nehatiye serastkirin"
Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê: Divê qedexeya Kerîmov a Tirkiyê bê çareserkirin
Kerîmov: "Ez dixwazim qedexeya min jî a ketina Tirkiyeyê were rakirin"
Zaxarova:'Dersînorkirina Kerîmov, îspata nebûna azadiya çapemeniyê ye'
Divê cihan pêşî bertekan nîşanî biryara dersînorkirina Kerîmov bide
Etîketan:
Sersaxî, Kremlin, Aleksandr Medvedev, îslam kerîmov, Vladîmîr Pûtîn, Rûsya, Ozbekistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de