20:49 12 Kanûn 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Heke ku DYA ‘Soza xwe ya derbarê El Nusrayê' bicî nîne peymana Sûriyê wê pêk neye

    © Sputnik/ Alexander Vilf
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Sûriye piştî operasyona Rûsyayê (51)
    0 10

    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku hema hema hemû xalên peymana Rûsya û DYayê ya diyarkirina koordîneya çalakiyên li hemberî komên terorîst ên li Sûriyê derketine holê. Lavrov got ku ji bo pratîkirina peymanê, weke ku DYAyê teahud kiriye divê hêzên muxalif ji komên terorîst veqetîne.

    Moskova — Lavrov got: "Him wezîrê me yê karê derve, him leşkerên me û him jî serwîsên me ên istixbaratê (derbarê koordînekirina çalakiyên li hemberî komên terorîst ên li Sûriyê) ji bo derxistina algorîtmayekê her roj kom dibin. Ev xebat wê di demeke herî kurt de biqedin."

    Lavrov diyar kir ku wan derbarê hemû pêkhateyên vê erkê de lihevkirinek çêbûye û wiha berdewam kir: "Lê hevalbendên me yên amerîkî muxalifên ku bi wan re hevkariyê dikin, heke ku ji terorîstan, di serî de jî ji El Nusrayê cuda neke, peymana me ya derbarê koordinasyon û çalakiyên pratîkê ya bi amerîkaniyan re wê nakeve pratîkê."

    Lavrov got: "Gelek komên ku amerîkanî wan qebûl dike di rastiyê de pişta xwe didin El Nusrayê. El Nusra jî ji bo ji êrîşan bireve van koman bikar tîne."

    Mijar:
    Sûriye piştî operasyona Rûsyayê (51)

    Bi heman mijarî:

    Hevdîtina Lavrov û Kerry a kritik dest pê kir
    Lavrov û Kerry roja înê li Cenevreyê hevdîtinekê pêk tînin
    Lavrov û Kerry ji bo lêgerînên çareseriya Sûriyê careke din hevdîtin kirin
    Lavrov bang li Kerry kir: Mixalîf û komên terorîstan ji hevdu cuda bikin
    Lavrov û Kerry ji bo Sûriyeyê bi hev re axivîn
    Etîketan:
    komên terorîst, komên muxalif, DYA, Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê, El Nusra, Sergey Lavrov, DYA, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de