15:32 22 Sibat 2018
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: "Devletên rojava di derbeyên Tirkiye û Ûkraynayê de dualî lîst"

    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku dewletên rojavayî di derbeya leşkerî ya Tirkiye de cuda û ya Ûkraynayê jî cuda nirxandin.

    Navenda Nûçeyan- Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvîna xwe ya kovara Konseya Polîtîkayên Derve ya Rûsyayê de got: "Piştî derbeya Ûkraynayê dewletên rojavayî bil ez piştgirî dan. Amerîka giraniya xwe ya ser dewletên ewropî xiste dewrê û ew giranî bi kar anî. Piştî derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê li Tirkiyeyê hemû dewletên ewropî gotin derbeyên leşkerî nayên qebûlkirin, lê ji bo derbeya Ûkraynayê kesî tu tiştek negot."

    NATO bûye wekî rêxistineke bîrdozî

    Sergey Lavrov di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Endamên NATOyê ji bo ku şumayîşa nîşanî hev bidin di dijîtiya arguma Rûsyayê de bûye wekî rêxistineke bîrdozî. Di civîna Konseya Rûsya û NATO ya ji bo nirxandina pirsgirêka Ûkraynayê dîtineke ku wê dîsa bicivin çêbû. Yanî niha endamên NATOyê di dijberiya Rûsyayê de ji bo şumayişên xwe bi hev bikin bûye wekî rêxistineke îdeolojîk."

    Lavrov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Lê din ava tifaqa NATOyê de hinek dewlet ketine ferqa vê û dizanin ev hewldan wê tu encaman bidest nexîne."

    YE ji NATOyê burokratîktir e

    Wezîrê rûsî di dawiya hevpeyvîna xwe de got: "Burokrasiya Yekîtiya Ewropayê li gorî ya NATOyê firehtir e. Yekîtiya Ewropa li ser dîrektîfên Amerîkayê dixwaze pêwendiyên xwe bibire. Ev helwest li dijî sekna YEyê ye. Karê nava NATOyê demoratîktir e."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: "Ji bo ku baweriya me bi rojavayiyan were divê pir bixebitin"
    Lavrov bang li Kerry kir: Mixalîf û komên terorîstan ji hevdu cuda bikin
    Çavuşoglu, di derbarê operasyona Cerablusê de agahî dane Lavrov
    Lavrov: Em ê qedexeya Pêşbirkên Paralîmpîkê bibin NY
    Lavrov: Me bi Amerîkayê re li ser hinek aliyên gotûbêja Şam û dijberan li hev kir
    Etîketan:
    Yekîtiya Ewropayê (YE), NATO, Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de