10:59 20 Hezîran 2018
Berhemên çandinî - Fêkî û sewze

Rûsya: "Hevdîtinên me yên ji bo hevkariya ekonomîkî bi Tirkiyeyê re didomin"

© Sputnik / Vladimir Pesnya
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Wezîrê Ekonomî yê Rûsyayê Aleksek Lihaçev ragihand ji bo di qada zadî de em hevkariya xwe bi Tirkiyeyê re xurt û bi peş bixin hevdîtinan pêk tînin.

Navenda Nûçeyan — Cîgirê Wezîrê Ekonomî yê Rûsyayê Aleksek Lihaçev li bajarê Vladivostokê di Foruma Ekonomîk a Rojhilat de axivî û got: "Ji bo ku em di qada zad û çandinî de têkiliyên xwe xurt û zindî bikin bi Tirkiyeyê re hevdîtinan dikin. Di hevdîtinan de bazara navbera herdu welatan ji bo hêsaniya gihandina herdu aliyan e. Pirsên me jî û yên aliyê Tirkiyeyê jî pir in. Niha hevdîtin didomin."

Tu biryareke rakirina mûeyîdeyan tuneye

Aleksey Lihaçev di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî krîza xistina balafira rûsî mûeyîde didomin û ji bo rakirina mûeyîdeyan tu biryar nehatiye dayîn. Hikumeta Rûsyayê ji 1ê Berfenbara 2016an ve biryara mûeyîdebûnê dabû û ketina berhemên tirk bo Rûsyayê qedexe kiribû.

Bi heman mijarî:

‘Di pirsgirêka kurd a Sûriyê de Tirkiye, Îran û Rûsya wek hev difikirin'
Amerîka: Biryar biryara Tirkiye û Rûsya ye
'Dibe Rûsya, Îran û Tirkiye ji bo Sûriyeyê bicivin'
Formata sêalî ya Rûsya, Tirkiye û Azerbeycanê wê aramiyê bîne
Balyozê Tirkiyeyê: Rûsya û Tirkiye di pirsa kurd de ne wek hev difikirin
Etîketan:
Fersenda başbûna têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Cîgirê Wezîrê Ekonomî yê Rûsyayê, Aleksey Lihaçev, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de