15:45 24 Hezîran 2018
Vladimîr Pûtîn

Pûtîn: "G20 ne cihê nîqaşa krîza Sûriyeyê ye"

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di hevpeyvîna xwe ya Bloombergê de ragihand ku G20 ne cihê diyarkirin û nîqaşa polîtîkayên derveyê welat e.

Navenda Nûçeyan - Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di hevpeyvîna xwe ya Bloombergê de ragihand ku G20 ne cihê diyarkirin û nîqaşa polîtîkayên derveyê welat e, lewma divê krîza Sûriyeyê divê di binê banê Neteweyên Yekbûyî de were nîqaşkirin.

Pûtîn di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Li gorî min G20 tevlî pirsgirê polîtîkayên derve nebe baştir e. Lewra ji b ovan pirsgirêkan platformên din hene. G20 qadeke ji bo pirsgirên ekonomîk werin nîqaşkirin hatiye avakirin, ji bo axaftin û nîqaşkirina pirsgirêka Sûriyeyê peydekirina platformên din baştir e, wekî mînak Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) heye."

​Serokê Rûsyayê di axaftina xwe de behsa êrişên sîberî yên Amerîkayê li Partiya Demorat kir û got: "Ez dixwazim careke din bibêjim, derheqê vê de ez tiştekî nizanim. Rûsya di asta dewletê de tucarî bi karên wiha re eleqedar nebû."

Serokê rûsî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ma gelo gelekî girîngiya kesê ku êrişî malpera namzeda Partiya Demokrat Hillary Clinton kiriye heye? Ya girîngî naveroka belgeyan e. Ya rastî nîqaş jî divê li ser naverokê werin kirin. Divê em zêde bala xwe li ser kesê ku ev êrişa sîberî pek aniye ranewestin û bala civaka nabneteweyî jî bi vê re meşqul nekin."

 

 

Bi heman mijarî:

Pûtîn: "Em ê hewl bidin ji bo giravên Kurilê bi Japonyayê re li hev bikin"
Îran: Pûtîn, di qeyrana Sûriyeyê de helwesteke modern nîşan dide
Ji Pûtîn dersên serokatiyê: "Quretiyê nekin ew tşiştekî xirab e"
Kremlîn: Pûtîn û Obama li Çînê dê derbarê Sûriyê de kom bibin
Pûtîn: Bila lîstikên jeopolitik yên li ser herêma Arktîk bên bidawîkirin
Etîketan:
partiya demokrat a Amerîkayê, Konseya Ewlehî ya Netewên Yekbûyî (KENY), Zîrweya G20ê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Hillary Clinton, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de