10:25 18 Hezîran 2018
Vladimîr Pûtin û Şinzo Abe

Pûtîn: "Em ê hewl bidin ji bo giravên Kurilê bi Japonyayê re li hev bikin"

© Sputnik / Sergei Guneyev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo lihevkirina giravên Başurê Kurilê bi Serokwezîrê Japonyayê Şinzo Abe re em ê hevdîtinekê bikin.

Navenda Nûçeyan - Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo lihevkirina giravên Başurê Kurilê bi Serokwezîrê Japonyayê Şinzo Abe re em ê hevdîtinekê bikin û hêvî dikim ku em li hev bikin. Ji bo giravên Kurilê em ê xîret bikin ku bi Japonyayê peymanekê çêbikin.

Ji Pûtîn peyama li hevkirinê

Serokê Rûsyayê Pûtîn roja pêncşemê di hevpeyvîna xwe ya Bloombergê de ragihand ku em ê li ser axê bazirganiyê nekin û Moskova dixwaze bi Japonyayê re çareseriyeke dostane pêk bîne.

Em behsa teqas an jî firotinê nakin

Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de gotibû: "Em dixwazin têkiliyên bi ewle yên asta bilind deynin û ji bo li hev kirine em dikarin hinek tavîzan jî bidin. Em behsa teqas an jî firotinê nakin. Em herdu jî ne aliyên têkçûyî an jî windakirîne û ev hewldana lihevkirinê ne hewla terefên têkçuyî ye."

Pûtîn û Abe di Foruma Ekonomîk de têne cem hev

Japonya û Rûsya ji şerê cihanê yê duyemîn ve li ser 4 giravan di navbera wan de îhtîlaf heye û hê jî peymaneke li hev hatinê îmze nekirine. Li gorî hevpeyvîna Pûtîn a Bloombergê, beriya ku di Foruma Ekonomîk a Rojhilat ku li bajarê Vladivostokê hevdîtinekê bikin dê werin ce hev.

Bi heman mijarî:

Îran: Pûtîn, di qeyrana Sûriyeyê de helwesteke modern nîşan dide
Ji Pûtîn dersên serokatiyê: "Quretiyê nekin ew tşiştekî xirab e"
Kremlîn: Pûtîn û Obama li Çînê dê derbarê Sûriyê de kom bibin
Pûtîn: Bila lîstikên jeopolitik yên li ser herêma Arktîk bên bidawîkirin
Dîroka hevdîtina Pûtîn û Erdogan ya li Çînê hat eşkere kirin
Etîketan:
Pirsgirêka çareseriya giravêb Başûrê Kurilê, Serokwezîrê Japonyayê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Şinzo Abe, Vladimîr Pûtin, Japonya, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de