11:15 23 Hezîran 2018
Merasîma bibîranîna êrîşa li Beslanê pêk hat.

“Divê em dersa Beslanê ji bîr nekin”

© AFP 2018 / KAZBEK BASAYEV
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî ku 12 sal di ser êrîşa bajarê Beslanê ya komara Osetyaya Bakur ku beşek ji Rûsyayê, hîn jî êş û jana wê çalakiya terorê ku zarok kirin armanc, nayê jibîrkirin. Roja 1ê Îlonê ji bo 186 zarokan bû roja mirinê.

Navenda Nûçeyan — Welatiyê rumetê yê Beslanê û serokê komeleya "Alîkariya me bikin ku em zarokan biparêzin"(Aiutateci a salvare i bambini) Ennio Bordetoyî piştî kerasetê behsa xebatên xwe û nêzîkatiya medyaya rojavayî kir.

komeleya "Alîkariya me bikin ku em zarokan biparêzin" di cih de piştî karesatê hat damezirandin û hûn hîn pêwendiyê bi Beslanê re datînin. Hûn dikarin behsa xebata komeleyê bikin?

Di 4 Îlona 2004an, gava em hatin Moskovayê, me bi xêra dayika zarokekî ku li nexweşxaneyê bû, pêwendî bi beslanê re danî. Bi alîkariya Trentoyê ya herêma xweser me projeya xwe ya pêşî da destpêkirin. Me 33 zarok û 30 mezin ji Îtalyayê anîn.

​​Dûre xebatelek tevlihev dest pê kir. Ji sala 2005an heta 2010an em bi tîmeke derûnnasên ji zanîngeha Pedovayê re xebitîn. Pişt wê xebatê DVD ji bo travmaya piştî stresê hatin belavkirin. Em her dem pêwendiyê bi wan mirovên li Beslanê û bi taybetî yên Trentoyê re datînin.

"BANGA TÊKBIRINA AŞTIYÊ LI WELATÎ BÛ"
Divê li gel hurmeta me ji saxan li gel miriyan re, em vê bûyerê ji bîr nekin. Encamê giyanî û derûnî ji ber bûyerên wiha, eger ne heta heta jî, dê heta demeke dirêj berdewam bikin.
Ji bo fêmkirina vê bûyera erjeng, divê em bi awayekî firehtir li bûyerê binerin. Tiştê li Beslanê qewimî bû gava pêşî li dijî titşê ku niha em jê re dibêjin DAIŞ. Xebatek e ta ku bihêle qaşo misilman şerê xiristiyanan bikin û bibin dijminê Rûsyayê. Ew êrîşa Besalê, hewldanek bû ta ku aştiya civakî tê bibin. Kafkasya ji aliyê dîrokî, etnîstî û olî her dem herêmene bi kêşe bûye.

​"ALÎKARIYA ME DIKE KU DÎROKA ÎRO FÊM BIKIN"

Tiştê li Beslanê qewimî, ticarî wek îro giring nebûye, ji ber cîhadîst li Sûriyeyê û li Ewropayê êrîşan pêk tînin. Gelo ders ji bûyera Beslanê hat wergirtin?

hisek heye ku hîn jî 2004 e. Baslen li Ewropayê ji bo demeke dirêj nayê axiftin. Lê ew bi xwe trajedeyek e ku tê de 186 jê zarok 334 kes hatin kuştin. Divê me ji bîr nekin. Ji ber dîrok alîkariya me dike ku em hinek bûyerên îro fêm bikin.

"QURBANÊN KATEGORIYÊN A Û B HENE"

Piştî êrîşên Ewropayê û di serî de ya Fransayê, diçapemeniyê de hevgirtin hat dîtin. Lê dewletên rojavayî bertekeke gelekî cuda nîşanî trajedeya Baslenê dabû. Di bûyera Beslanê de, terorîst wek "serhildêr" hatin binavkirin ta ku sedema êrîşî wan rast nîşan bidin. Gelo çima wiha nêzaktiyeke cuda tê kirin?

Ji ber armanc Rûsya bû. Wek îro çawa li Sûriyeyê "terorîstên nerme" tê gotin, berê 12 salan kesên zarok kuştin wek bêtawan hatin nîşandan.

Hîn jî li dewletên rojavayî, qurab^ne kategoriyên A û B hene. Li Ewropayê, çapemenî hîn serî li ber birêveberiya siyasî ditewîne û berdelên Rûsyayê ne giring nîşan dide. Ji ber ên giring qurbanên me ne û ev mezintirîn şaşiya me ye û em ê di demên pêş de berdela vê bidin.

Bi heman mijarî:

“Rûsya amade ye, bi Tirkiyeyê re şerê terorê bike”
Rûsya, çarçoveya têkoşîna bi terorê re firehtir dike
MPKE: ‘Rûsya, kedeke mezin dide tekoşîna dijî terorê'
Rûsya: Armanca me îstifaya Erdogan nîne, qutkirina çavkaniya terorê ye
Rûsya: 'Em PKKê wek 'rêxistina teror' nabînin'
Etîketan:
teror, kuştin, Zarok, êrîş, Ennio Bordeto, Sûriye, Fransa, Ewropa, Rûsya, beslan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de