19:56 18 Hezîran 2018
Alaya Sûriyeyê

Rûsya: Hejmara herêmên tev li agirbestê bûne, gihişt 534

© AP Photo / Diaa Hadid
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Navenda Çavdêriya Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê ragihand ku rêkeftin bi nûnerên 4 herêmên din ê parêzgeha Laziqiyê re pêkhatin û bi vî awayî hejmara herêmên tev li agirbestê bûne, gihişt 534.

Navenda Nûçeyan — Li gorî daxuyaniya ku di malpera Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat weşandin, hat ragihandin ku agirbest di 24 saetên dawî de 8 caran hat binpêkirin û wiha hat gotin:  "Ceyş El-Islam li herêma Şamê bi topên hawanê êrîşî Cebar, Erabîl, Hewş Dawra, Dûma û Herestayê kir. Li herêma Laziqiyeyê jî milîtanên Ehrar El-Şam di êrîşên xwe li ser Ara, Brûma û Tûbalê de, navgînên hewayî yên bombebarkirî bi kar anîn."

Herwiha hat ragihandin ku El-Nusra û DAIŞê bi çekên giran êrîşên xwe li Idlib, Der'a, Şam û Helebê dewam kirin.

Ji aliyekî din ve, navendê ragihand ku 2 ton alîkarî ji devera Bnamarayê ya Hemayê re hatin şandin.

 

Bi heman mijarî:

Rûsya: Herêmên ku beşdarî agirbestê bûne gihîşt 504an
Rûsya: Herêmên ku beşdarî agirbestê bûn gihîşt 476an
Rûsya: Herêmên ku beşdarî agirbestê bûn gihîşt 457an
Li Sûriyayê 4 herêmên din jî tevlî agirbestê bûn
Rûsya: Li Sûriyeyê 9 herêmên din jî tevlî agirbestê bûn
Rûsya: Li Sûriyeyê 8 herêmên din tevlî agirbestê bûn
Etîketan:
Agirbest, Ceyş El-Islam, El-Nusra, DAIŞ, Der'a, Laziqiye, Erabîl, Cebar, Hema, Şam, Sûriye, Heleb, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de