16:43 18 Hezîran 2018
Ebû Muahmmed El Adnanî

Cîgirê Bexdadî El Adnanî bi operasyona Rûsyayê hat kuştin

© AP Photo / SITE Intel Group
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku mirovê duyemîn ê DAIŞê Ebû Muhammed el Adnanî di operasona hêzên hewayî yên Rûsyayê de hat kuştin.

Navenda Nûçeyan — Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku mirovê duyemîn ê rêxistina terorîst a DAIŞê Ebû Muhammed el Adnanî li herêma Helebê di operasona hêzên hewayî yên Rûsyayê de hat kuştin.

Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku balafirên Su-34 ên rûsî li bajarê Helebê li nêzî herêma Maaratat-um hausê operasyoneke hewayî pêk anî û grûbeke ku ji 40 milîtanan pêk dihat kire hedef, di êrişa hewayî ya balafirên rûsî de ji xeyrî milîtanan berdevkê çapemenî yê rêxistina terorîst a DAIŞê Ebû Muhammed El Adnanî jî hat kuştin.

Di berdewamiya daxuyaniya wezareta rûsî de hat ragihandin ku kuştina Ebû Muhammed El Adnanî ji terefê çend kanalên îstîxbaratî din ve jî hat serastkirin.

Berdevkê Wezareta Parastin a Amerîkayê Peter Cook jî derheqê kuştina El Adnanî de gotibû: "Duhî balafirên koalisyona hevpeyman jî li derdora Babê operasyonên hewayî pêk anîn, lê ji bo kuştina Adnanî delîleke serastkirinê nehat bidestxistin."

Bi heman mijarî:

Efkan Ala: Li Tirkiyê ‘Dibistanên DAIŞê' nînin
Şervanên kurd li Minbicê êrişa DAIŞê têk birin: 6 kuştî
Amerîka: Me rayedarekî payebilind ê DAIŞê kir armanc
Spiegel: Tirkiye bi êrişkirina YPGê, rê li ber DAIŞê vekir
DAIŞê li Um-Hoşê sivîl qetil kir
Etîketan:
DAIŞ, Kuştina Cîgirê Bexdadî ji terefê balafirên Rûsyayê ve, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Ebû Muhammed El Ednanî, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de