06:25 19 Tebax 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan û Vladimîr Pûtîn

    Dîroka hevdîtina Pûtîn û Erdogan ya li Çînê hat eşkere kirin

    © REUTERS/ Sergei Karpukhin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Hat diyar kirin ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan wê di 3ê Îlonê de li Çînê di dema lûtkeya G20a de hevdîtinê bikin.

    Navenda Nûçeyan — Cîgirê Pûtîn Yuriy Uşakov diyar kir ku Pûtîn li Çînê pêşiyê wê bi Serokdewletê Arjantînê Mauricio Macri re hevdîtinê bike û got Pûtîn paşê jî wê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re hevdîtinê bike.

    Uşakov bibîr xist ku Pûtîn û Erdogan di 9ê Tebaxê de li St. Petersbûrgê di 26ê Tebaxê de jî bi riya telefonê hevdîtin kiribûn û jo bi hevdîtina nû jî got "pêvajoya normalîzebûna têkiliyên ku ji ber bûyera tê zanîn zirar dîtin, dewam dike."

    Li gorî agahiyên ku Uşakov dane Pûtîn û Erdogan wê li bajarê Hangzhou yê Çînê bicivin û di civînê de li gel mijara perojeyên enerjiyê yên Akkuyu û Herka Tirk wê rewşa dawî ya li Sûriyeyê û têkoşîna li dijî terora navnetewî binirxînin.

    Bi heman mijarî:

    AA: Pûtîn û Erdogan bi rêya telefonê axivîn
    Destgirtina Pûtîn û Erdogan, mizgîniya peymanên milyar dolar e
    Komîsyona Ewropayê: Hevdîtina Erdogan û Pûtîn bandorek erenî li krîza Sûriyayê bike
    Şîmşek: Erdogan û Pûtîn bo asayîbûna têkiliyan fermanên hewce dan
    Amerîka: Hevdîtina Erdogan û Pûtîn têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê qels nake
    Gorbaçov: "Pûtîn û Erdogan tiştê rast dikin"
    Etîketan:
    eşkerekirin, dîrok, hevdîtin, Lûtkeya G-20ê, Serokomarê Tirkiyeyê, Cîgirê Serokdewletê Rûsyayê, Serokdewletê Rûsyayê, Recep Tayîp Erdogan, Vladîmîr Pûtîn, Yuriy Uşakov, Çîn, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de