08:57 17 Tebax 2017
Zindî
    Avahiya Gazprom`ê li Moskowê

    Gazpromê derbarê Herka tirk de daxuyanî da

    © Sputnik/ Vladimir Viatkin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Li gorî daxuyaniya Gazpromê, sibê rayedarên tirk û rayedarên Gazpromê derbarê Herka tirk de wê hevdîtinek pêk bê. Di hevdîtinê de wê li ser jinûvezindîkirina projeye guftûgo bên kirin.

    Moskova — Alîkarê Serokê Lijneya Birêviriya Gazpromê Aleksandr Medvedev ji çapemeniya Rûsyayê re axivî û got ku rayedarên şîrketê wê sibê ji bo zindîkirina projeya Herka tirk hevdîtinekê çêbikin.

    Medvedev got ku "Ev hevdîtin jixwe di pratîkê de tên çêkirin. Pêvajo bi hevdîtina Wezîrê Aborî yê Tirkiyê (Nihat Zeybekçi) û Wezîrê Enerjiya Rûsyayê (Aleksandr Novak) re destpêkir. Ji bo zindîkirina projeyê lihevkirinek çêbû" û wiha berdewam kir: "Ji bo sibê jî tê plankirin ku Serokê Gazpromê Aleksey Miller serdana Tirkiyê bike û bi hempîşeyên tirk re hevdîtinan bike. Di plana min de jî heye ku biçim Tirkiyê."

    Bi heman mijarî:

    Gazprom: "Ji bo Herka Tirkî wê grûba xebatê were avakirin"
    Gazprom: Divê Komisyona Ewropayê pêdiviya Herikîna Tirkî bi nivîskî bipejirîne
    Gazprom: Turk Akimi ji bo fînansmaniyê amade ye
    Gazprom: Em ji bo diyaloga bi Enqereyê re amade ne
    Gazprom dê li Helebçeyê petrola Kurdistanê derxîne
    Etîketan:
    Herka Tirk, Gazprom, Moskova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de