02:33 17 Tebax 2017
Zindî
    Aleksey Puşkov

    ‘Operasyona Cerablusê ya Tirkiyê pozisyona Rûsyayê lawaz nake'

    © Sputnik/ Alexander Natruskin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Serokê Komîteya Karê Derve yê Dûmaya Dewletê ya Rûsyayê Aleksey Puşkov got ku operasyona Cerablusê ya Tirkiyê li hemberî DAIŞê dimeşîne, pozisyona Rûsyayê ya li herêmê lawaz nake.

    Moskova — Puşkov ji televizyona Rossiya 1ê re axivî û got: "Hebûna Tirkiyê ya li Bakurê Sûriyê niha bi rastî jî pozisyona me lawaz nake."

    Puşkov diyar kir ku Rûsya li Sûriyê de rewşeke bihêz de ye û wiha berdewam kir: "Ji bo çareseriyeke aştiyane neguhertina formata Lavrov-Kerry delîla vî tiştî ye. Lewre DYA dizane ku kî li Sûriyê di noqteyeke girîn de ye."

    ‘TANGÊN TIRK NAÇIN ŞAMÊ'

    Puşkov wiha pê de çû: "Li wir destgirê me weke berê artêşa Sûriyê ye. Tangên tirk nakevin Şamê, artêşa tirk naçin (Serokdewletê Sûriyê Beşar) Esad naqulipîne."

    Bi heman mijarî:

    Şervan Derwîş: Tirkiye siyasteyên qirkirinê dimeşîne
    Parlamenterê PDKê: Ev hewldanên dewleta Tirk dagirkerî ye
    Sûriye, li Neteweyên Yekbûyî giliyê Tirkiyeyê kir
    Wezîrê Parastina Amerîkayê: Divê Tirkiye şerê DAIŞê tenê bike
    Amerîka: Tirkiye operasyonan li cihên DAIŞ ne lê ye pêk tîne
    Etîketan:
    tangên tirk, televizyona Rossiya 1ê, Serokê Komîteya Karê Derve yê Dûmaya Dewletê ya Rûsyayê, John Kerry, Sergey Lavrov, Beşar Esad, Aleksey Puşkov, Şam, Bakurê Sûriyê, Sûriye, Moskova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de