22:37 23 Tebax 2017
Zindî
    Pergala moşekan S-300ê

    Rûsya tesîsên moşekên îranî diparêze

    © Sputnik/ Vladislav Belogrud
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Tehranê wêneyên pêşî yên moşekên rûsî S-300 yên li derdora tesîsên wan ên nûkleer hatin bicihkirin belav kirin. Generalê Îranê Ferzad Îsmaîlî ragihand ku ew ê hemû hêzan xwe bi kar bînin ta ku tesîsên xwe yên nûkleer biparêzin.

    Navenda Nûçeyan — Televizyona dewleta Îranê dîmenên barkirina pergalên pastina hewayî yên S-300ê weşandin ku li dijî balafirên şerî tê bikaranîn û bi kêrî lêdana armancên balîstîk tê. Ew pergal li Navenda Zengînkirina Ûranyûmê ya Frdooya başûrê Tehranê hatin bicihkirin.

    "HEVKARIYA ÎRAN Û RÛSYAYÊ XWEDAN TAYBETMENDIYEKE STRATEJÎK E"

    Malpera Iranpolicy ragihand ku biryara bikaranîna S-300ê ji bo parastina tesîsan diyar dike bê hevkariya Rûsya û Îranê xwedan taybetmendiyeke stratejîk e. Pisporê têkiliyên Rûsya û Îranê Secad Teyyarî di analîza vê bûyerê de wiha axivî:

    Berî niha Îran û Rûsyayê peymana kirîna pergala S-300 îmze kiribû. Mixabin Rûsya ji ber hinek mercên herêmî û cîhanî nekarîbû di dema diyar de bişîne. Lê îro piştî îmzekirina peymana dîrokî a 5+1 a programa Îranê ya nûkleer, baweriya hinek welatan bi Îranê careke din vegeriya wek berê û me dît ku dostaniya Îran û Rûsyayê ya berê careke din xurt bû.

    "ASTA BAWERIYA DI NAVBERA WELATÊN ME DE GELEKÎ BILIND BÛ"

    Piştî hevdîtina piralî ji bo deryaya Qezwînê û beşdarbûna Îranê li gel Rûsyayê di operasyonê dijî terorê yên li Sûriyeyê asta baweriyê di navbera welatên me de zêde kiriye.

    "TENÊ JI BO PARASTINÊ TÊN DANÎN"

    Rûsya berpirsyariyên xwe di şandina S-300ê de bi temamî tîne cih. Îranê jî giliyên xwe li dijî Rûsyayê kişandin. Asta hevkariyê di navbera me de her bi her zêde dibe. Duh Serokê me yê Rûhanî teqez kiribÛ ku ev moşek tenê ji bo parastina welatê me tên danîn. Îranê ticarî plan nekiriye êrîşî welatên din bike yan destwerdanê di wan de bike.

    AMERÎKA SOZÊN XWE NAYÊNE CIH

    Ji ber vê pergala S-300 û muadilên wê yên îranî li welatê me hene ta ku tesîsên me yên giring biparêzin. Divê balê bikişînim ser vê nuqteyê, Amerîka, berovajî dewletên Ewropayê û bi taybetî berovajî Îran û Rûsyayê sozên xwe yên Plana Çalakiya Hevpar nayêne cih. Ev jî mirovî ditirsîne. Herwiha ev tişt hevkariya navbera Rûsya û Îranê xurt dike. Ji xwe sedema bicihkirina S-300 jî ev e.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu ji Sputnîkê re: Rûsya û Îran jî wek me, bi yekîtiya axa Sûriyeyê re ne
    'Dibe Rûsya, Îran û Tirkiye ji bo Sûriyeyê bicivin'
    ‘Rûsya û Îran ji bo çareseriya Sûriyê di nava hevkariyeke nêzîk de ne
    Ji Rûsya, Îran û Azerbeycanê banga hevkariya dijterorê
    Rûhanî bo civîna hevpar ya Rûsya-Îran-Azerbeycanê çû Azerbeycanê
    Rûsya-Îran ji bo hevkariya aboriyê zêde bikin sîteyek înternetê ava kirin
    Etîketan:
    tesîsên nûkleer, S-300, Secad Teyyarî, Ewropa, Rûsya, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de